Konê Reş
Roja 24.08.2013'yan li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keça mîr Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xwişka mezin a Sînemxan Bedirxan koça dawî kir.
Useyma Bedirxan ku ji bo demeke kurt serdana keça xwe Şîrînxan ya li Misirê kiribû ji ber nexweşiya xwe demjimêr 20:30'yan de li Qahîreyê koça dawî kir.
Taziyeya xwedê jê razî wê li mala Sînemxan Bedirxan ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê kirin û taziye wê heya sê rojan berdewam bike...
Ez bi navê xwe serxweşiyê ji malbata Bedirxan re dixwazim û xwe hevparê kovan û xema wan dizanîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn ku sebir û aramiyê bide hemû kesûkarên wê û cihê xwedê jê razî bibe bihûşta fireh.
Qamishlo, 24.08.2013