Diyarname
Platforma "Emê bi hev bi ser bikevin" berendamên xwe yên şaredariyê yên Îzmîrê eşkere kir.
Platforma "Emê bi hev bi ser bikevin" diyar kir ku berendamê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê parêzer Arif Ali Cangi ye.
He wiha berendamên Bayrakli, Buca, Bornova, Çîglî, Karşiyaka, Narlidere û Menemenê jî eşkere bûn.
Di nav platforma "Emê bi hev bi ser bikevin" de ODP, DTP, EMEK, SDP, SEP, ESP, 78'ên Îzmîrî, Demokratik Haklar Platformu, ÇHD û Kaldiraç hene. Ew li hev civiyan, berendamê bajarê mezin jî têde li ser 8 navan li hev kir.
Li gor vê lihevkirinê Berendamê Şaridariya Bajarê Mezin a Îzmîrê parêzer Arif Ali Cangi ye. Cangi berdevkê Platforma Çand û Derdorê yê Egeyê yê berê bû. Cangi wekî berendamekî serbixwe dê bikeve hilbijartinê.
Her wiha li Bucayê parêzer Aysun Agaoglu, li Bayrakli Serma Uzunok, li Menemenê jî Nusle Aydogan dê ji DTP'ê bibe berendamên platformê.
Dîsa li Bornovayê Kamil Bal, li Çîglî Hasan Huseyin Evin, li Narlidereyê jî Ertugrul Barka dê di bin banê EMEP'ê de bikevin hilbijartinê.
Li Karşiyakayê parêzer Ayşegul Aliıntaş jî dê ji lîsteyên ODP'ê bikeve hilbijartinê.
Berendamê Konaka Îzmîrê jî dê di rojên pêş de bê diyarkirin.