Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û gelek mebûsên HDP'ê jî di nav de gelek kes çûn ber Gara Trênê ku duh teqîn lê çêbûbû. Ji bo bîranînê wan xwest qurnefîlan deynin cihê bûyerê lê polîsan pêşî li wan girt. Demîrtaş li hemberî polîsan derket û got: "Ji bo em hevalên xwe bibîr bînin ma emê bi we re bazariyê bikin?"
Ji bo bîranînê saet 10'an de li ber Garê, saet 11'an de jî li Sihiyeyê dê bîranîn çêbiba. Pêşî polîsan êrîşê gel kir, gaz avêt gel lê her ku çû hejmara mirovan zêde bû û mecbûr man destûrê bidin.
Gel ber bi Sihiyeyê ve meşiya, li wir daxuyaniya ku divê duh bihata xwendin lê ji ber komkujî nehat xwendin îro hate xwendin.
**
Nûçeya eleqedar: