Diyarname
Kobanî, bajarê kurdan, kantona ku bi hezaran kurdan ji bo wê canê xwe da, bi mîlyonan kurd ji bo wê rabûn ser piyan... Ew Kantona ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin têk bibin û di dawiyê de kevir li ser kevir nema. Lê piştî rizgarkirinê kurdan dest bi ji nû ve avakirina Kobanî kir. Wêneyê ku niha me kiriye Wêneyê Rojê jî ji vê Kobaniya me tê: Belê Kobanî tê avakirin û niha rêyên kuçeyên wê têne aswaltkirin. Wêne jî wêneyê vê xebatê ye. Loma me ev wêne wekî Wêneyê Rojê hilbijart û em pêşkêş dikin.
Wêne: Muhammed Balî