QAMIÅžLO
7'emîn Mîhrîcana Kurteçîrokan bi diruÅŸma "Çîrok bang e…xwenasîn û vedeng e" li Hola Zana ya QamiÅŸlo dest pê kir. Mîhrîcana ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve hatiye organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre muzîk û hin qeydên bi dîmen ên nivîskar û hunermenên kurd ên li derve hatin pêÅŸkêÅŸkirin. Di qeydan de lidarxistina mîhrîcanê hate pîrozkirin.
Di mîhrîcanê de rewÅŸenbîr, nivîskar û helbestvan, her wiha endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Ji tevahî Kurdistanê 24 nivîskarên li gorî ÅŸert û mercên mîhrîcanê û li gorî peyama çîrokê beÅŸdar bûn.
Mîhrîcan dê heta 5’ê vê mehê bidome. Dê di roja dawî de 3 xelat ji bo 3 kurteçîrokên herî baÅŸ werin dayîn.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an ve salane mîhîrcanê ji bo vejandina kurteçîroka kurdî li dar dixe.
ANHA