ŞIRNEX (DÎHA)
Mebûsa HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di meşa Cizîrê de banga şerawestina du alî kir û got: "Şerawestin çênebe ji bo ciwan nemirin ewê bikevi rojiya mirinê."
Heyeta HDP'ê ya ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê ligel hemû astengiyan rêwîtiya xwe berdewam dike. Beşek heyetê ku ji Hevserokê HDP'ê Salahattin Demirtaş û mebûsan pêk dihat rêwîtiya xwe ya ber bi Cizîrê ve didomîne. Beşa duyemîn a heyetê jî li Hezexê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê koma duyemîn a heyetê Mebûsa HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana daxuyanî da. Zana, got ku di cîhanê de yekem car kurr muxatab têne girtin û kurd dibin hêviya aştî û demokrasiyê. Zana wisa got: "Dayik û bavê me dema 5 rukhet nimêjê dikin, destê xwe ji bo Xwedayê dilovanê mezin vedikin û dibêjin Xwedêyo tu li 72 miletan re bê rehmê û piştre li me bê rehmê. Kurd berê ji miletên din re rehmê dixwazin piştre ji bo xwe rehmê dixwazin."
'Hêzên tarî li dora Kurdistanê bûne çembera agir'
Leyla Zana, destnîşan kir ku hêzên tarî û serdest li dora Kurdistanê destê xwe dane hev û çemberek agir çêkirine û wiha got: "Lê Cizîra Botan warê bav û kalên me ye. Rihê berxwedanê tu carî nehatiye şikandin û dê niha jî neyê şikandin. Bila Cizîr baş zanibe ku kurdê li ku dijî bila bijîn dil, guh û heviyên wî bi Cizira Botan re ye. 7 rojin miletê me tî û birçî di bin zora mezin de dijî. Koma mebûsên HDP'ê du roj in di rê de ye. Lê hêzên tarî bi tanq û topan dixwazin li ser gelê Cizîrê komkujiyê pêk bînin."
Zana xwest dûpişkên wan bi xwe û gel venedin û jiyanê li tu kesî nekin jahr. Zana, da zanîn ku ji roja têkoşîna demokratîk dane destpêkirin heta niha her dem gotine wekî hev bijîn û dixwazin li rex hev û wekî hev bijîn. Zana, bi bîr xist ku hişmendiyên tekane û dilê wan tirsonek tenê ji şer û pevçûnê fam dikin.
Zana, got ku bawer dikin ku ev rojên tarî dê belav bibin û bi hêza gelê kurd ev rojên tarî dê li pişt wan bimînin.
'Mînaka Dîyadînê li cîhanê tune ye'
Zana, bal kişand ser provokasyona li Giyadîna Agiriyê û li hemberî wê sekna gerîlayên HPG'ê û wiha got: "Sekna ciwanên kurd a li vir di cîhanê de mînaka wê tune ye. Di dîroka cîhanê de tu mînak wekî vê çalakiyê tune ye. Li Giyadinê ciwanên kurd ji bo pêvajoya aştiyê xera neke bombeya xwe bi xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Wî şehadeta xwe bi destê xwe anî. Ji bo pêvajo têk neçe xwe bi destê xwe kuşt û nexwestin pêvajoya 91-92 dubare bibe. Ev berxwedana kurdan a ji bo aştiyê mînaka herî mezin a Cihanê ye."
'Ji bo ciwan neyê kuştin ezê bikevim rojiya mirinê'
Zana, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di nava 7 rojan de li Cizîrê nêzî 20 kes hatibin kuştin sûcê siyasetê ye û wiha got: "Divê gel hesab ji hemû siyasetmedaran û ji me bipirse. Siyaset mezinkirina gel e. Siyaset divê sîgortaya van ciwanan be. Divê siyaset bi berpirsiyarî nêzî civakê bibe. Divê siyaset zanibe ew ne mamoste û civak ne xwendekar in. Divê baş zanibin ku em ne pez û ew ne şivan in. Em jî wekî siyasetmedar em ne li pişt we û ne li paş we ne. Em li rex we û di nava we dene."
Leyla Zana herî dawî anî ziman ku ew dê tu carî li hemberî kuştinê bêdeng nemînin û temaşe nekin û got: "Li şûna em kuştinê temaşe bikin ez bimirin çêtir e. Ji bo ciwan neyên kuştin ez dê têkevim rojiya mirinê. Li Cizîrê zarokên 3-5 salî û pirên 60 salî ên hatin kuştin di dolabên cemedê de tên girtin û we nikarin vê kuştinê temaşe bikin. Êdî bes e. Bes e. Em bi mirinê nagêjin tu terê. "


