Diyarname
Kovara du mehane Dilop bi hejmara xwe ya 26'an li pêşberî xwendevanan e.
Kovara Dilop ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya tîrmeh û gelawêjê derxist. Kovarê di vê hejmarê de li ser meseleya "Ji nû ve pêvajoya çareserî"yê sekiniye. Li ser vê yekê bi Prof. Dr. Mesut Yegen re hatiye axivîn.
Mesut Alp di vê hejmarê de nivîsa xwe ya bi kurdî bi sernavê "Sûk bi sûk dîroka Mêrdînê" berê xwe daye Mêrdînê. Ferîd Demîrel jî ketiye dû "Li pey çîroka belavkarê Hawarê" û nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Kubra Yeter jî ligel Selahattin Demîrtaş ê bi navê Zinar Karavîl axiviye ku Karavil kurtedemek berê pirtûkeke bi tirkî li ser Demîrtaş nivîsî bû.
Yek ji nivîsên tirkî jî li ser Ahmed Arif e. Şeyhmus Diken li ser wî axivîbû, ev axaftina wî bi ser navê "Li bajarê xwe axaftina li ser Ahmed Arîf" hatiye pêşkêşkirin.
Her wiha M. Ender Ondeş, Fewzî Bîlge, Ferîd Demîrel, Mehmet Bayrak, Arif Nacaroglu, Nevzat Onaran, Mizgîn Ronak, Hakan Koç, Nawal El Sadawî,, Yusuf Karadaş, Elif Eser, İbrahim Karaca, Sevim Kahraman bi nivîsên xwe, Orhan Veli Kanik (werger Firat Keklik) û Bahadîn Akhan jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
Ji bo têkilî:
+90 543 488 69 96
dilopdergisi@gmail.com