Diyarname
Hunermend Tara Mamedova straneke nû çêkir û klîbek bo wê kişand. Stana bi navê “Sîno” gotin û muzîka wê aîdê Mamedova ye. Di strîna stranê de hunermend Zelal Gokçe, Hîvda Gokel û Kivilcim Yimaz wekî back vocal cih girtine. Mamedova ji bo strana xwe klîbek kişand. Derhêneriya klîbê Melodi Tozum kiriye û klîb 13’yê mehê li ser hesabê youtube ya Mamedova hat belavkirin. Em vê hefteyê vî klîbî wekî Klîba Hefteyê derdixin pêş.
Kerem bikin…