Diyarname
Ji bo endamtiya Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) ya Tirkiyeyê HDP jî têde partiyên di meclisê de endamên xwe nîşan dan.
Li Tirkiyeyê çi biryar li ser radyo û televîzyonan hebe RTUK dide. 9 endamên RTUK'ê hene û ew 9 endam li gor hejmara mebûsên partiyên li Meclisa Tirkiyeyê têne parvekirin. Di serdema borî de ji 9 endaman 5 jê endamên AKP'ê, 2 CHP, MHP û HDP her yekî endamek wan hebû. Piştî hilbijartina 7'ê pûşpera îsal rewş guherî. Her wiha partiyan endamên xwe wekî berendamên mebûsê nîşan dan û hilbijantin. Ji ber vê yekê îro rewşa endamên nû yên RTUK'ê diyar bû ji bilî yekê.
Li gor rewşa nû û hejmara mebûsan ji bo AKP'ê 4 endam ketin. 3 endam bûn para CHP'ê û ji bo HDP û MHP'ê jî 3 endam man. Ji HDP û MHP'ê her yekê yek endam nîşan dan lê yê sêyem li holê ma û li hev nekirin. Serokê Meclisê yê nû pêşî got endamê dawî ew dê li gor pişkeyê diyar bikin, partiyan qebûl kir, lê paşê biryar dan ku hemû mebûs ji bo endamê dawî dengan bikar bînin. Ev yek jî hat diyarkirin ku AKP dixwaze endamê din teslîmê MHP'ê bike, ku endamên MHP'ê bibin 2.
Ji bilî endamê din, partiyan endamên xwe yên ku cihê wan vala bûbû îro bi navên nû dagirtin.
Ji HDP'ê endamê RTUK'ê ê serdema borî Ahmet Yildirim ji ber ku ji Mûşê hat hilibjartin û bû mebûs, HDP'ê îro Filiz Koçalî wekî endama RTUK'ê nîşan da. Her wiha HDP'ê ji bo endamê dawî ku dibe ji bo wan bikeve jî Nevruz Ugur nîşan da.
Partiyên din jî endamên xwe nîşan dan. Roja 14'ê tîrmehê di meclisê de dê diyar bibe ku endamê din ji bo MHP an HDP'ê dikeve.
Wekî agahiyek: Yekem car e hejmara endamên AKP'ê ji hejmara hemû endamên muxalefekê kêmtir dibe. Heta niha bi giştî li gor daxwaza endamên desthilatdariyê biryar dihatin girtin, lê di biryarekê de endamên muxalefetê bibin yek dikarin li dijî yên AKP'ê biryarê derbixin.


