Diyarname
Navê hunermend Rihanna di sala 2005'an de bi albuma bi navê "Music of The Sun" hat bihîstin. Ji wê rojê heta niha wê 7 album derxistin û rekorek şikand. Rihannad di qada dîjîtal de bû hunermenda ku herî zêde lê tê guhdarîkirin.
Recording Industry Association of America ragihand ku stran û albumên Rihanna di qada dîjîtal de heta niha bi ser 100 mîlyon hebî de hatine firotin û ev yek rekor e. Di daxuyaniya saziyê de hat gotin ku ew yekemîn hunermend e ku sînora 100 mîlyon hebî derbas kiriye.
Rihanna di sala 1988'an de li Barbadosê hatiye dinê û heta niha ev album derxistine:
- Music of the Sun (2005)
- A Girl like Me (2006)
- Good Girl Gone Bad (2007)
- Rated R (2009)
- Loud (2010)
- Talk That Talk (2011)
- Unapologetic (2012)


