Diyarname
Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser û Wezîrê Karên Hundir ê Avusturyayê Gerhard Karner 27'ê mehê wê biçûna serdana Sûriyeyê, lê ji ber îhtîmala tehdîdê ger hat betalkirin.
Li gor bernameyê her du wezîran dê ligel Wezîrê Karên Hundir û yê Derve yê hikumeta HTŞ'ê hevdîtin bikira. Ji bo vê yekê ji Urdunê wê balafir bifiranda. Li ser daxuyaniya ewlehiya Almanyayê daxuyaniyeke wisa hat belavkirin, "Hêzên ewlehiyê yên alman ji ber tehdîda terorî ya berbiçav ger betal kirin û şandina balafirê dan rawestandin."
Rayedarên alman dibêjin ku di 10 salên dawî de li Almanyayê nêzî mîlyonekî sûriyeyî hene ku ev yek ji bo Almanyayê talûke ye. Tê gotin ku di hevdîtina ku wê çêba de, wê li ser îstîkrara li Sûriyeyê, pêşketinên aştiyane û perspektîfa vegera penaberan biaxiviyana.