Diyarname
Romana nivîskar Helîm Yûsiv "Gava ku masî tî dibin" ji bo farisî hat weşandin û roman ji Weşahêh "Emû Elewî" derket.
Werger Karwan Nehrî ev demek bû ku li ser romana "Gava Ku Masî Dibin" a Helîm Yûsiv dixebitî û ew werdigerand farisî. Wergera romanê temam bû û roman ji Weşanên Emû Elewî derket. Çapa yekem a romanê li Amedê di sala 2008'an de ji Weşanên Lîs derket. Dûre Weşanên Peywend ligel Helîm Yûsiv li hev kir û dest bi çapkirina pirtûkên wî kir. Gava Ku Masî Tî Dibin bi çapa xwe ya duyem, çapa nû di sala 2015'an de ji Weşanên Peywen derket.Heta niha ev roman ji bo tirkî, farisî û îngilîzî hatiye wergerandin. Wergera tirkî di sala 2013'yan de derketiye û wergera îngilîzî jî ji bo çapê tê amadekirin.
"Gava Ku Masî Tî Dibin" duyemîn pirtûka Yûsiv e ku ji bo farîsî tê wergerandin û li Îranê tê weşandin. Berî vê romanê pirtûka çîrokan "Mirî Ranazin" a Yûsiv ji aliyê Mehdî Caferzade ve hatibû wergerandin û weşandin.
Helîm Yûsiv ku rêwîtiya nivîskariya xwe bi romanên nû didomîne, meha borî romana xwe ya nû "99 Morîkên Belavbûyî" pêşkêşî xwendevanan kiribû. "99 Morîkên Belavbûyî" ji Weşanên Peywend derketibû û li Fûara Pirtûkan a Amedê derketibû pêşberî xwendevanan.


