Diyarname
Niha li Singapûrê goştê mirîşkan ê ku bêyî sewalan bikuje hatiye çêkirin hat erê kir û ew goşt xistin piyaseyê. Ev yek dê bandorê li pêşerojê bike. Berpirsek ji kompanî dibêje ez hêvî dikim di çend salên pêşiya me de bêyî em sewalan ser jê bikin emê goşt bixwin.
PÊŞÎ HIN AGAHÎ
Li dinyayê her roj 130 mîlyon heb mirîşk têne serjêkirin. Her wiha 4 mîlyon heb beraz têne serjêkirin. Hejmara heywanên din ên têne serjêkirin nediyar e. Li gor lêkolînan li welatên dewlemend mirov zêdetir goşt dixwin û ev yek bandoreke neyînî li girestêrkê dike. Li ser vê jî hawirparêz bi aliyek ve, kompaniyên kar jî li aliyê din li çareyan digerin. Di encamê de kompaniyeke DYA'yî li biyoreatkorê bêyî sewalan serjêbikin goşt hilberand. Ev goşt jî goştê mirîşkan e. Yekemîn welatê ku ev goşt qebûl kir jî Sîngapur e. Ajansa Xurekê ya Sîngapûrê ev goşt erê kir.
Ji bilî vê kampaniyê li dinyayê gelek kompaniyan dest bi xebateke wisa kirin, li nav laboratûarê goştê mirîşt, dewar û goştê berazan çêdikin.
ÇAWA ÇÊDIKIN?
Kompaniya bi navê Eat Just ev hilberîn kir û pêşkêşî Sîngapûrê kir. Ev parçeyên goşt ên mirîşkan di nav biyorektorên ku 1200 lîtreye de têne çêkirin û paşê ligel hin tiştên nebatan têkilhev dikin. Ev goştê mirîşkan ku hatiye çêkirin niha ji goştê heyî buhatir e û dê li restoraneke Sîngapûrê bê firotin.
EAT JUST KÎ NE?
Eat Just kompaniyeke ku di sala 2011'an de hatiye avakirin. Navenda wê li San Francisco ye. Li ser xurekên ku ji nebatan çêdibin kar dike. Li gor kompaniyê ger daxwaza vî goştê sûnî zêde bibe dê buhaya wê erzantir bibe.
Hucreyên ji bo hilberîna goşt tê bikaranîn ji bankeyeke hucreyê digirin. Ev hucre jî bi biyopsiyan ji sewalên zindî digirin. Hucre bi nebatan têne mezin kirin. Hemû bi giyayan têne têrkirin.
Ji Eat Just'ê Josh Tetrick li ser mijarê wisa gotiye, "Li gor baweriya min ev erêkirina vî goştî di warê endustriya xurekê de di dehan salên dawî de wekî werçexekê ye. Ev deriyeke vekirî ye, divê mirov jê fêde bigire û mezinbûna vê bi kompaniyên din re jî eleqedar e. Ez hêvî dikim di çend salên pêş me de, di dinyaya me de bêyî em sewalek ser jê bikin emê goşt bixwin."
Li aliyê din Tetrick gotiye ku ji aliyê qîmeta xurekê de tu ferqa vî goştî û goştê din nîn e.