Mahmut Ozçelik
Di vê nivîsê de ez dê li ser romana Jan Dost ya bi navê “3 gav û 3darek” ku jana me bi bîra dixe û birîna me ya hêj qaşik negirtiye û xwîn jê diniqute, rawestim. Roman ji Weşanên Avestayê çapa duyem kiriye. Lê berî ku ez derbasî mijara xwe bibim divê ez bidim zanîn ku li ser berhemên birêz Jan Dost peyivîn dibe ku ji hêza min der be, lê dîsa jî divê ew vê nivîsa min wekî sipasiyek li ser navê xwîneran ji bo xwe qebûl bike. Mirov kîjan pirtûka hêja Jan digire destê xwe jê bêhna dîroka me ya bi berxwedanan xemilî lê bi têkçûyî yan encam bûye, dibe. Ji van yek jê Mijabad e ku li ber “çar çirayan” mija li ser Komara Mehabadê dide alîkî, ya din ku navê wê Mîrname ye bi mirovek rûpoş ve me bi gera xwe ve dike mêvanê şahê wêjeya kurdî Ehmedê Xanî û li ser mirina wî jî mijek diafirîne ku ew hatiye jehrkirin, ya din jî Kela Dimdimê ye ku ew jî berxwedana kurdan ya li hember eceman e. Kela Dimdimê şerê kurdan li hember dagirkerê ecem-faris vedibêje. Ev berhemên hêja ji bo xwîneran bila li hêlek bimîne ez dê li ser pirtûka wî ya bi navê “3 gav 3darek” hin peyvan rêz bikim.
Pirtûk ber bi sêdarê ve mîna xeyal û fikirînê di “çar gavên dawî” yên Şêx Seîd de dikare were dîtin.
“3 gav 3darek” bi pêşgavek ku mirov di serî de hişyarî jana dê biqewime dest pê dike: “Şimikê dilê xwe deyne û dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe.”
Şêx Seîd di şevek tarî de di milê wî de du serbaz, di hiş de hin pirsên ku diviya ji berê de ji Xwedayê xwe bikira û bi tîbûnek eman nedidayê û bi destên xwe yê ji pişt ve girêdayî ve ber bi qederek têkçûyî tê Derê Çiyê yê Amedê. Jiyana amediyan ya rojane ku bi xemsariyek diherikî ya di germa havînê de, ji hêla nivîskar ve hatiye ravekirin. Ji vê rewşê tenê yek dûr e: “Kesekî tî wê şevê li Amedê nebû, ji bilî wî şêxê ku du serbazan bi milên wî girtibûn û ber bi sêdarê ve dibirin”(rûp.15), û “qedera ji werîsan, ji sêdar û lerza bêdeng ya berî mirinê, li hêviya şêxê heftê salî bûn”(rûp.20).
Şêxê her ku diçû nêzîkî sêdarê dibû, heta ku sê gav mabû. Di wê kêlîkê de gelek şêx, mele û xweşmêrên dihatin daliqandin bi ber çavên Şêx Seîd dikevin. Nivîskar vê rewşa trajîk wiha vedibêje: “Bedenên şêx û began, xweşmêr û axayan, serhildêr û ciwanmêran wê şevê bi stûyên di werîsan de li singa ezman li ber çavên xwedayên tirsonek, mêjûyeke bi tîpên xeniqî dinivîsîn.”(rûp.26).
Şêx dema li ber sêdarê ye dikeve kûrahiya zaroktiya xwe û hin gotinên diya xwe bi bîr tîne: “Kurê min, te sala xwe temam nekiribû tu meşiyayî! Çend roj buhurîn me kosteka te li hewşa malê qetand, …benekî ziravik û xav li her du lingên te gerandin.”(rûp.31). Li pey vê xeyalê vedigere rastiya li holê û li nêzîkî werîs wiha dinehwirîne: “Îro ben dê li stûyê min bigere ne li lingên min. Kosteka miletekî tê qetandin îro.”(rûp.32), û bi vê gotinê hevîhêziya xwe ya ji bo neviyên xwe li pêşerojê dermale dike. Nivîskar bi çend hevokên bêhnolî û herbî bi serneketina şoreşa Şêx Seîd dide ravekirin: “Tivingan ji bo kurdan azan dan, lê hemû nehatin nimêjê. Ew nimêj li mizgeftan bi destnimêjeke sivik bi avê yan jî bi axê dibû, lê nimêja azadiyê. Destnimêjeke bi xwînê jê re divabû, loma jî her kes nehat!”(rûp.35). Dîsa bi edeba olî mezinbûn, têgihîştina Şêx Seîdê di tekiyeya bavê wî de, perwerdehiya wî ya olî û heta radeya şêxîtiyê, çawa wekî mirîdekî di terîqetan de cih girtiye xweş hatiye vegotin. Feraseta zaroktiya wan ya tênegihîştina hin rêgezan çawa di dilê wan de tirs diafirand jî wiha tê vegotin: “Heger hûn ne baş li ser şêxan biaxivin, dê devên we xwar bibin! Eger hûn çavên xwe di helqeyên zikir de vekin, devê we xwar dibin.”(rûp.37). Dîsa hêmayên wekî xeftanê li bejna şêx û şaşika li serî jî, ji mirovên berendamê şêxtiyê re cihek girîng digire û bavê wî wiha dibêje: “Kurê min ev taca serê alima ye, lê zanibe ya pêwîst ew e, ilmê di serê te de, ne şaşika li serê te!(rûp.38).
Di romanê de têkiliyên dewletên serdest li Lozanê, bi doza kurdan re çawa bûne egerên karesata li ser kurdan wiha vedibêje: “Ji textê maseyên ku qedera me li ser wan mîna çermê gayekî mirar hatibû raxistin li Lozanê, ev sêdar bilind kirin”(rûp.40). Têkiliya bavê Şêx Seîd bi filehên Erzeromê re çawa di nava germahiyek nêzîkî biratiyê de ye, dide xuyakirin ku malbata Şêx Seîd bi qasî dihat fîşal kirin ne dijminê filahan e. Jê wêdetir têkiliyên wan pir baş e. Ji sêdarê re çend gav mayî Şêx Seîd di nava rastiya bi hovîtî tê jiyîn û rabirdûya xwe ya rakêşer de tê û dihere. Geh hevalên wî yê bi sêdaran ve daleqandî yê wekî Şêx Xalib, Şêx Ebdulla, Şêx Elî yê Çanê ku li hember mirinê di berxwedanê de ye difikire, geh di xeyalên zaroktiya xwe de bi bavê xwe Şêx Mehmûd re li Erzeromê, di rojek zivistana sar a bi berf de, li dikana file Serkîs Boxosyanê ku hevalê bavê wî bû û bi ken porê wî mis dida, ew dişand bi taxûkan şemitîna li ser berfê bi bîr tîne. Û tavilê rastî û rabirdûyê bi hev ve girê dide û wiha dibêje: “Weyyy. Ev sêdar jî dişibin wan taxûkan.”(rûp.50). Çawa rastiya li ber ji pêncî sêdaran pêk dihat, welê jî rabirdûya ku wekî şerîtek fîlm li ber çav bû jî, ew pêncî kes li ser berfê bi taxûkan dişemitîn… Geh Dîcle bi bîr dianî; kelekên ku ji şetê Dîcle tacir û fîrar û bazirgan ber bi Bexda û Besrayê ve dibirin û di dema feqetiyê de çawa bavê wî ew ji Paloyê şandibû Mûşê li wir bi xeratekî kal î ermenî re li ser xusetên daran ketibûn nava suhbetê… Dîsa bi dewrêşê ji Cizîrê hatibû û li ber mizgefta Eladîn Beg ya li Mûşa şewitî ketibûn nava suhbetê û jê re helbestek xwendibû ji bîrê nediçû:
“Ez işqê, qedeh bi qedeh dinoşim
Ne şerab bi dawî dibe, ne tîbûna min.”(rûp.57). Pê re jî parçeyek ji têkçûna serhildana Bedirxan Paşa ya li Cizîra Botan bi bîra Şêx Seîd dixist û bi çekûyek ew wêranî dianî ziman:
“…Romîkêd kumsor ketine Cizîra Botan
Xirab kirin ciyê zava û bîka.”(rûp.61). Nola ku bi bîra me bixe ne zilm û zora sitemkaran bi dawî dibe, ne jî berxwedana kurdan ya li ser heqiyê. Em pê dihesin ku Şêx Seîd di dema zaroktiya xwe de çawa li ber destên meleyên Mûşê hînî fiqh, tevsîr, hedîs û zanyariyên din bûyî û vegeriyaye Paloyê. Çîroka biçûk ya ji hêla Xidirê Botî ve ji feqe Seîd re tê vegotin pir balkêş e. Gûza ku Xidirê Botî dihavêje ser qubeya mizgeftê û her carê digindirî li erdê diket… û wî bi israr dixwest ew gûz li ser qubeya mizgeftê bi cih bibe, ji gûzê re wiha dibêje: “Hey wê rojek bê, tu yê bibî qubikeke biçûk li ser quba mezin.”(rûp.59), li ser pirsa feqe Seîd hikmeta gûzê wiha bi lêv dikir: “Ev gûza Bedirxan Paşa ye, gûza Mîrê Botanê ye feqe, gûza hêviyên wî yên pelixî ye”(59). Dema feqe Seîd di zivistanek qeşagirtî de li ser Çemê Mûradê di dest Dewrêşê Botî Xidir de gûzek û li ser cemedê mirî dibîne çend hêsiran dibarîne û wiha dibêje: “Hêêêy, dawî gûzê te li ser qeşayê sekinîn!”(69), û bi vê gotinê mîna ku bibêje ne Mîr Bedirxan, ne jî tu di armanca pîroz ya ji bo xelasiya kurdan de negihîşt serî… Lê em jî dizanin ku wekî Xidirê Botî di çîrokê de jî gotiye, ew ji bo li ser qubê bi cih kirina gûzek re xebitî û nekarî wî karî bibe serî, em dê wê gûza li ser Çemê Mûradê qeşagirtî û di destê Xidirê Botî yê hişk guvaştî de mayî, rojek li ser qube ya asîman bi cih bikin û ew çavên wî yên vekirî mabûn bi aramî bidin girtin… Gûz gulover û qube gulover… Em dizanin karê me li hember hovên ku me tune dihesibînin zor e. Lê em dê bi ser bikevin, fena ku pêşengekî gotibû “rasteqîne bin ya bêîmkan bidestxin”. Ew têkoşîna ji bo gelê me yê di hêmaya gûzê de ji Bedirxan Paşa gihîşt Mehmûdê Berzencî û ji wî jî Şêx Seîd teslîm girt, dê bi nifşên nû bi taca serkeftinê bi dawî bibe…
Di gava duyem ya ber bi sêdarê ve Şêx Seîd di xeyalên xwe de li hember keça xweşik -qewraşa mala wan - Perîxanê ye û vegera ji Mûşê ya di zivistanek sar de, di dilê wî de agirek bêdeng dide dadan. Di panzdeh saliya wî de konê evînê di dil de dihat vegirtin, û xwe bi çavên Perîxanê germ dikir. Li hember sêdarê tim û tim di nava gola bîranînên xwe de werdibû Şêx Seîdê kal; geh cardin vedigeriya cem seydayê Mûşê ji bo feqetiyê, geh li peravê Gola Wanê li nêzîkî Xelatê di gerê de bû û masiyên ku ji hêla masîvanekî ve dihatin girtin çawa xwe dilivandin û di dawiyê de neçarî bêliv diman, bi vê re jî vedigeriya rastiya kêliya bi berxwedan ya tê de û sêdara du gav jê dûr re wiha dinehwirand: “Kî ye ew kesê ku bîra werîsan biriye ji bo xeniqandina mirovan!”(82). Lê kî nebû!
Bi bîranîna hezkirya xwe Perîxanê re, ji alîkî ve şerê evîna dilê xwe vedigot, ji alîkî ve jî dîroka salên şer yê berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Qers, Erzerom û Wanê xisar dabû mirovan, ji feqeyê hevalê xwe Xalisê Bedlîsî re vedibêje. Û pê re bavê Perîxanê çawa ji Artêşa Osmanî fîrar kiriye û li Erzeromê bi cih bûye, ji wir jî ber bi Paloyê hatiye tevî ku bav tê kuştin Perîxan û diya xwe tên û xwe dihavêjin bextê Şêx Mehmûdê bavê Seîd û li wir qerwaşiyê dike, evîna wan jî ji wê kêlîkê dest pê dike. Bi vegotina evîna feqe Seîd ya bi Perîxana çav şîn re, fena ku kêliya tê jiyîn ya li hember sêdarê û rabirdûya hatiye jiyîn di heman dîzikê de tê têwerdan. Xwîner baldar nebe dê xwe ne bi xwendina jînenîgariya rêberek kurd li ber sêdarê dê çend çirkeyan şûn de bi dawî bibe re, tu dibêjî qey xwe bi serpêhatiya du evîndaran re mijûl bûyî bibîne. Ev jî serkeftina nivîskar e. Trajediya dîroka me ya nêz bi şêweyek dûrî hevokên hişk ên ziwa bi me dide fêrkirin û hezkirin. Di romanê de tişta ku di bîra mirovan de hêlîna xemgîniyê çêdike jê yek jî şibandina werîsê bi sêdarê ve dirêjkirî ku wekî “Elif” a alfabeta erebî ya ku yekem herf e û feqe Seîd di temenê xwe yê zaroktiyê de hîn bûbû û di dema darvekirinê de li ber çavan dixuye. Minareyên mizgeftan, xameya ku pê dinivîsî, tîrên cengaweran, darên li rex çeman, heta bejna Perîxanê hemû dişiband elifa alfabeta erebî û ji bavê xwe re digot: “Elif xweşik e!” Elif tîpa yekem bû ku di pênc-şeş saliya xwe de fêr bûbû. Nivîskar di romanê de me bi xeyalên Şêx Seîdê li ber sêdarê re dibe dema Osmaniyan ku di bin serweriya Sultan Ebdilezîz de ye û ji hêla aborî, civakî, çandinî û sewalvaniyê ve çawa îflas kiriye. Dîsa li ser xaka Osmaniyan îngilîz, fransiz û rûs çawa tîzikan dihavêje û çav berdaye dewlemendiya mayî: “Êdî dewleta Osmanî bûbû gayekî pîr û qesaban li ser çermê wî şer dikirin û keftar li çar hêlên wî kom bûbûn.”(102).
Gava sêyem ya romanê bi bîra xeyalên Şêx Seîd ve berdewam e. Piştî hezkiriya wî Perîxan di bîra hewşa mala wan de dixeniqe, evîna wan jî nîvco dimîne. Feqe Seîd, li Melazgirê hin îlmê olî fêr dibe û rojek ji seydayê xwe dipirse: “Seyda! Eger Dewleta Elî Osman têk biçe, wê çi ji mîrata wê ji kurdan re bimîne? Û dîsa parçeyek ji dîroka serhildana kurdan ya bi şikestin bi dawî dibe bi bîr tîne: “Eger ev dewlet ji holê rabe, dê sêdar ji kurdan re bimînin.”(112). Şêx Ubeydullahê Nehrî ku li Şemzînanê serî hildabû têk diçe û şêx di kêliya gava dawî ya ber bi sêdarê ve, di dilê xwe de wiha dibêje: “Gûza wî jî xwe li ser qubê negirt.”(114)
Dîsa di kesayetiye feqe Rustem de kurdên ku wekî çilm û zîro bi Osmaniyan ve zeliqîne, tu daxwaz û rastiya neteweyî û olî ya kurdan ya wê demê napejirîne jî, bi vegotinên cur bi cur tê ziman. Feqe Rustem Osmanîparêz e, girêdayî padîşahê demê ye û qet naxwaze rastiya netewî ya xwe binase an jî ji yekî bibihîse… Bi gotina nivîskar em di deşta xeyalên Şêx Seîd de rastî qirkirina ermeniyan jî tên. Di dema şerê Sariqamîşê de bajarên rojhilat ku kurd û ermenî tê de tevlihev dijiyan dibe dojeh. Bi pîjkirin û zêrandina rûsan, ermenî bi hestê neteweyî li gund û bajaran serî hildidin, bi pîjkirina Osmaniyan jî kurd ji bo hestên olî li hember ermeniyan derdikevin neçîrê, û şerekî dojehî di navbera du gelên qedîm ên hezar salî de diqewime û di vî şerî de ermeniyên têkçûyî bi fermana Osmaniyan tên kuştin, nefîkirin, lê ev rewş pir li zora Şêx Seîd diçe û tavilê hewara xwe digihîne her dera ku mirîdên wî lê dijîn û kuştina ermeniyan wekî qetl bi nav dike û dibêje ermeniyan ji van gurbavan biparêzin. Bi xwe jî ji vê tevliheviyê zivêr dibe û berê xwe ji Erzeromê dide Pîrana ku îro wekî navçeyek Amedê tê bi navkirin… Di herka romanê de di ezmanê xeyalên Şêx Seîd de birînek ku xwe çend caran dubare dike, dilê wî diêşîne xinizî û xayintiya hevlingê wî serdar Qasim Begê Cibirî ye. Dema li ser pira nêzî Gimgimê Şêx Seîd tê girtin Qasim Begê xiniz amûrên wî yên rojane bikar dianî wekî şeh, gustîlk, desmalk û saeta wî nola talanek bi dest xistibe xesb dike û ji Şêx Seîd re dibêje ku ev şeh êdî bi kêrî te nayê û pê simbêlê xwe şeh dike, li ser vê Şêx Seîd wiha bersivê didê; “Qaso! Yê te şehek ji bo rihê te yê nepak lazim e, ne ji bo riha te.”(rûp.39). Dîsa Qaso dema gustîlka wî ya ji dostek wî yê ermenî yê Erzeromê diyarî bû digire ji Şêx Seîd re wiha dibêje: “Bide min vê gustîlkê, ew li tiliya te teng bûye! Wê te biêşîne.”(rûp.121). Dem bi dem di nava rûpelên romanê de bi bîrxistina Qasim Beg re, nivîskar bala me, awirên me dikêşîne ser xiniziya wî ku, bûye ji egerên têkçûnê ku kurd çima tifaqa xwe nikarin çêbikin… Û di gava xwe ya dawiyê de jî li ser kurdên kurtêlxwir ên tifaqa kurdan berbend dike, bi me bi çîroka gûzê dide fêmkirin: “Li her deverê kurd li ber quban rawestiyabûn û gûzên xwe diavêtin ser. Eger wan kesan bi hev re gûz biavêtana ser qubekî, dê qub di bin gûzan de mabûya.”(rûp.122). Nivîskar di beşek romanê de rexneyê li kurdan digire ku çima tifaqek bi hêz li dar nexistine û bûne pêlîstoka hêzên emperyal ên wekî îngilîz û fransiyan. Ligel vê dîroka têkoşîna kurdan bi bîra me dixe, qala serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, xebatên rewşenbîrên kurd yê wekî Seyid Ebdulqadir li Stembolê, têkoşîna Şerîf Paşa yê bo mafê kurdan li Parîsê dike.
(Dê bidome)
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz