logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)

Di dema hilbijartinê de tiştên qewimîn... Saet bi saet nûçe... Ev nûçe her tê nûkirin...

  • Dîrok: 07/06/2015
  • Beş: 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî

Ji saet 19.00'an ve vê nûçeyê bişopînin:

- Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)
 

 

Têbiniya pêşî: Ev nûçe heta êvarê dê her bê nûkirin 

 

18.55:

Demîrtaş: Ji dengên ji derve hatine de tu pirsgirêk nîn e. Hevalên me li ser kar in. Xem nexwin. (Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaşî ev peyam ji Twittera xwe weşand)

17.45
Li ATO'yê dengên ji derve hatin avêtin çopê!

Li ATO'ya Enqereyê dema deng dihatin jimartin hat îdîakirin ku deng avêtine çopê xirecir derket. Niha mesele hê çareser nebûye...

 

17.15:
Dengên ji Ewropayê jî hatin li ATO'ya Enqereyê dest bi jimartina wan hate kirin. Ev deng dê li hemû bajarên Tirkiyeyê bêne belavkirin. Mînak HDP li derveyî Tirkiyeyê çiqas deng girtin her parek li jor serjimariya bajarên Tirkiyeyê dê li wî bajarî bê zêdekirin. Bi mînakeke din, ew deng dê bandorê li dengên HDP'ê yên Enqereyê jî bêne kirin, dê bandorê li Bartin, Culemêrg û Qersê jî bikin.

 

17.00

Dengdayîn temam bû... Niha dema jimartinê ye.

 

16.15

Hişyarî 1: Li tu derê muşahid divê nehêlin ku çiwalên dengan bixin nav van erebeyên bê plaka û bibin. 
Hişyarî 2: Kamuran Yuksek: Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek agahiyeke nû weşand: Muşahidên me ji ber tu sedemî ji cem sindoqan neçin cihek din. Ya diduyan, di dema bi ser hev de jimartina dengan (oy birleştirme) divê qet ji cihê xwe veneqetin û hay ji vê li ser hev jimartinê hebin.

Kiraç: Li Kiraça Stenbolê tê gotin ku hema bibêje li hemû dibistanan elektrîk hatiye birîn. Wekî notek, li Kiraçê hejmara kurdan gelek e 

 

16.00

Wêranşar:

Li Wêranşara Rihayê tê gotin ku elektrîk hatin birîn. Hate gotin ku agir bi trafoyê ketiye. Hê sedem nediyar e.

15.30

Şirnex:

Li Şirnexê hema bibêje li her derê dengdayîn temam bû. Li gor biryara fermî heta saet 17'an gere dengdayîn bidome. Gelê Şirnexê jî ligel ku dengên xwe dane jî li her derê ji herêma hilbijartinê bi dûr nakevin û dibêjin "Emê dengên xwe biparêzin."


ÎHD'ê pêşraporek weşand (ev rapor li gor saetên nîvro hat weşandin):

(Ev beşa pêşî ji rapora ÎHD'ê hate girtin. Li gor raporê hin binpêkirin):

- ÎDİR:

Sindoqek 350 deng têde hebûn ji ber ku li ser pisûlayan mohr tune bû hat betalkirin. Li herêmê bi giştî hilbijêrên HDP'ê hene.

- SÊRT:

Li Sêrt û Kirikkaleyê polîs nahêlin çavdêr bikevin hundirê dibistanan. Mijar ragihand YSK'ê û li bendê ne ku YSK biryarek bide.

Enqere:

Li gundê Karaoglan a Golbaşiya Enqereyê di sindoqên 1129 û 1130 de muşahidên HDP'ê hatin tehdîdkirin û dûrxistin.

Li Lalahan a Enqereyê jî muxahidên HDP'ê hatin dûrxistin.

15.00

Li gor agahiyên tên heta niha bi ser 60'î de li gelek bajaran AKP'yî serî li rêbazên cuda didin. Muşahidên HDP'ê li her derê mudexele dikin, lê li hin cihan têrê nakin.
Heta niha li Beşîktaş, Malpere, Uskudara Stenbolê erebeyên bêplake digerin. Armanca wan nayê zanîn, lê rêveberên HDP'ê dibêjin we erebeyên wisa dîtin xeberê bidin polîsan.
Mebûsê CHP'ê Erdogdu got ku min ji polîsan pirsîne ev çi erebene, gotine ê wan in, min pirsiya çima bê plakane, xwe virde wêde dan.

Li Yeşilkoya Stenbolê di sindoqa bi nimreya 1369'an ku li 50. Yil Anadolu Lisesi hatibû danîn derket holê ku li malekê 110 kes hatine nivîsandin. Ev hat ferqkirin û ew deng hatin betalkirin.

 

14.00
SÊWREG

Berendamê HDP'ê Îbrahîm Ayhan got: Li Şekerli, Yucelen, Daşhan, Gurpinar, Baxmaç û gelek gundên din ên Sêwregê peywirdarên me têne tehdîdkirin, wekî blok deng têne bikaranîn.

Li Taxa Cubeyde (Yenikoy) a Navçeya Navendî Haliliye ya Rihayê jî muxtor û xizmên wî xwestin bi awayekî eşkere deng bidin, muşahidê HDP'yî dij derket, ligel ku li cihê bûyerê jendirme hebûn jî muxtar û xizmên wî êrîşê muşahidî kirin. Muxtar İbrahim Halil Felhan û xizmên wî êrîşê alîgerên HDP'ê Ali İlgin, Mustafa Karaca, Ferid Caz, Fevzi Acar, Yilmaz Yildirim, Sinan Yildirim, Şiyar Yildirim kirin. HDP'yiyên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akif İnan.


11.00

Cerdevanan muşahîdekî HDP'ê bi giranî birîndar kir

Li taxa Mînutê ya Sîwereka Rihayê muşahîdên HDP'ê ku li hemberî dengdayîna vekirî ya cerdevanan derketin rastî êrîşê hatin. Cerdevanan çek bera hewa dan û bê ser û ber êrîşî muşahîdên HDP'ê kirin. Muşahîdên HDP'ê Dagistan Dengtav Oktan û Sînan Oktan bi derbên kêrê û Ferhat, Mehmet, Suat, Huznî û Huseyin Oktan jî bi keviran birîndar bûn. Welatiyên birindar ji hêla kesên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê û li wir tên dermankirin. Hat ragihandin ku ji ber kêr li kezeba Sînan Oktan ketiye rewşa wî giran e. Piştî bûyerê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî çû serdana birîndaran. 

Tiştê balkêş polîsan qet midexeleyê cerdevanan nekir, tenê temaşe kir.

**

Li Amedê birîndar bû çû Îzmîrê dengê xwe bi kar anî
Welatiyê bi navê Firat Oral ê ku di êrîşa bombeyî ya li Amedê de ji her du lingên xwe birîndar bû, bi vê birîndariya xwe çû Îzmîrê û îro li wir dengê xwe bi kar anî. Oral li Dibistana Navîn a Bornovayê li sindoqa 1413'an dengê xwe da û got: Ew ji bo dengê xwe bi kar bîne hatiye Îzmîrê û dengê xwe bi kar anî.

 

Sûriyeyî deng didin!

Li Dibistana Cengizhan a li Kagithaneya Stenbolê 3 sûriyeyiyan dê deng bida, pêşî li wan hat girtin. Li Eyubê jî xwestin 4 sûriyeyî deng bidin, lê li ser nerazîbûna muxahidan sûriyeyî ji nêzî sindoqan reviyan.

Muşahidên HDP'yî li ser kar in

Bi giştî li gelek cihan muşahidên HDP'yî hene û li ser karên xwe ne. Li hin cihan pirsgirêkan li hemberî muşahidan derdixin.

Li ber Dibistana Seretayî ya Rifat Ilgaz a li Esenyurta Stenbolê hin kesên şaşik bi ser wan de girêdayî xwestin dengan dengên xwe bidin AKP'ê.

Li Maltepeya Stenbolê jî li Lîseya Îmam Xetîbê endamê sindoqê yê ji AKP'ê du caran deng bikar anî. Ew li ser sûc hat girtin. 

 

Mebûsê AKP'ê mudexele dike

Mebûsê AKP'ê yê Mûşê Muzaffer Çakar li gundê xwe Qerehesenê ji jinên ku hatin deng bidin re got, 'Hûn herin mala xwe, dê mêren we dengê xwe bikar bîne."

HDP'yiyan mudexele kir. Li ser vê Çakarî gazî jendirmeyan kir. Şaredarê ji DBP'ê Bulent Ateş hat cihê bûyerê, serleşkerê li cihê bûyerê Ateş tedîd kir. 

 

Li Mutkî êrîşê HDP'yiyan kirin 

Li Mutkî cerdevan û AKP'yiyan êrîşê HDP'yiyan kir. Li gundê Merment bêyî muşahidên HDP'yî hebin dengdayîn dom kir.

WAN 

Li taxa Keçikiran a navçeya Bêgiriyê ya Wanê jî endamên meclîsa Şaredariyê yên AKP'ê Bariş Durmuş, Zekî Durmuş û Velî Durmuş, êrîşî alîgirên HDP'ê kirin û zerar dan du maşîneyan. Di êrîşa AKP'iyan de welatiyên bi navê Sinan Çelîk û Orhan Çelîk birîndar bûn. Zarokek jî bêyî birîndar bibe xwe xelas kir. Maşîne bûn xurde û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.  


ÎZMÎR 

Li Îzmîrê li Dibistana Seretayî ya Vali Kutlu Aktaş derket holê ku kesek 4 caran deng bikar anî. 

 

ENQERE

Li Dibistana Navîn a Mehmet Akif a li Batikenta Enqereyê 5 kesan bê nasname xwestin deng bikar bînin muşahidên HDP'ê ew qufaltin. Li ser xirecirê dengdayîn ji bo demekê hat rawestandin.

Kesek hat qaşo bi nivîsa fermî xwest "Alîgirên Oy ve Otesi nekevin dibistanê".

 

Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî - Nivîsên Dawî
news
  • 16 11 2015

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

news
  • 05 11 2015

Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama pîrozbahiyê

news
  • 04 11 2015

Tu şîrketek anketê encam nizanî û hinan lêborîn xwest

news
  • 03 11 2015

4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz kir

news
  • 02 11 2015

HDP li 9 welatan bû yekemîn

news
  • 01 11 2015

Deqe bi deqe agahiyên li ser hilbijartinê (ev nûçe her tê nûkirin)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

4 pêşbaziyên kurdan li benda berheman in

ad

Serokê Juriya Cannesê hat eşkere kirin

ad

Deham Ebdulfettah: Di vê rewşê de, hêviya min di standartkirinê de nîn e

ad

Gulîzerê vê carê 'Şevname' nivîsî

ad

Serokdewlet çawa tê hilbijartin, 'Lijneya Yên Hildibijêrin' çi ye?

ad

Endamê Koma Aştiyê Lutfî Taş wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname