Hasan Akbal
Li Stockholmê berf dibarê û hewa gelek sar e. Li kolanên Stockholmê Evîna Nisebînî li Evîna kurdan digere.
Evîn keçeka kurd e li Swêdê mezin bûye, hê 25 salî ye, li ser axa Nisebînê hatiyê xwedê dan û li Stockholm dijî. Zimanekî xweş di devê daye, kenokên sivik li rûyê wê tên xuya kirin. Bi qasî gulekê narîn û bedew e.
Gava ku min ew li kolanên Stockholmê dît gelek kêfa min bi wê hat û ez bi wê serbilind bûm. Min got; “EM PIR DIBIN” me duh Feleknaz Uca şand, îro em dê Evîna me bişînin. Wê jî ez bi can û dil hembez kirim: "Kek Hesen em ê bi serbikevin. Duh axaftina Ahmet Turk a bi kurdî li Meclisa Tirkiyayê kurd şa kirin. Ez dê jî kurdan li Parlamana Ewropayê şa bikim û derd û kule me bînim ziman."
Min got; Socila Demokrat destûr nadin tu pirsa kurdî bînî rojevê. Ez bi xwe jî Social Demokrat im. Înşallah tu wekî Nalîn Baksî xewnên xwe bi Swêd nabînî!
"Ne" got, "Ez bi dû riha me. Rihekî min ewropî yê yek kurd e."
Bi rastî jî evîn keçeka jîr tê xuyakirin. Sal biçûk e lê peyvir giran e.
Li Stocholmê xwendina hiqûqê xelas kiriye, di daîra bîyaniyan de xebitiye û gelek cara wekî delegesyon çûye Parlemena Ewropayê.
Di hilbijartina 2007'an da wek çavdêr hatiye Tirkiyeyê, hilbijartin şopandiye. Dibêje, "Her deriyê ku ez diçûm li paş min polîs û nûnerên îstîxbaratê hebûn. Ez bûbûm stirî di çavê wan re diçûm xarê. Lê ew helwesta wan a dijminatiya wan ez hê pir bi kurd û Kurdistan ve girê dam." Wekî delegesyon çûye Gurcistanê jî.
Bûka kurdan bişînin Parlemena Ewropayê.
Niha li şaredariya Sodertelje wekî Sekretera Serokê Şaredariyê dixebite. Ji aliyê gel ve pir tê hezkirin.
Li bajarê Uppsalayê Komaleya Xwendevanên Kurd ava kiriye û xwendevanên kurd anîne cem hev.
Hê bi dawî nebûye peywiri wê.
Bi artisa kurda bi nav û deng Nistî Stêrk re di nava hewldanan daye, li Amedê ji bo 30 zarokên bêdê û bav li kolanên Amedê radizên yetîmxanekê çê bikin.
Ji te re serkeftin dixwazim keça min a delal. Kurd dê piştgirya te bikin û te wekî keçeka kurd li Parlemena Ewropa bibînin.