logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

Şopa zengilê dil

Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeşiyam û dibeziyam bi gavên meraqdar, bi çavên evîndar ku

  • Dîrok: 02/12/2008
  • Beş: Serbest

 

Xizan Şîlan

Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeşiyam û dibeziyam bi gavên meraqdar, bi çavên evîndar ku bigihêjim wê û ji nêzik ve bibînim. Meraqek hebû di dilê min de, meraqa dîtina bejn û bala delaliya wê. Min hesret dikişand, hesreta sewdayê, hesreta dîtina melûliya awirên çavên wê. Şabûn û coşek hebû di kelkela xwîna rayên min de û bi wê coşê dimeşiyam. Li ber deriyê wê rawestiyam. Bêyî ku di şûna xwe de bilevim, min guhdariya dengê dilê xwe dikir. Dilê min lêdiket, mîna zengilê deriyê wê. Min bi heyecan û bi tiliyên xwe yên diricifî zengilê derî dihejand û lêdixist. Ji nişke ve derî vebû, wê deriyê koşka qefesa xwe vekirîbû ji min re. Dilê ”Z” ye…
   
Dengê wê yê nazik û nermik di guhê min de mîna dengê Kewa nikulsor bû. Awirên wê yên nazdar wekî roja berbangê dibiriqî di bibîkên çavên min de. Tîra brûyên wê yên kevanî mîna xençereke tûj di kezeba min re diçû xwarê. Ez bi dest û pî û lingên tevzînok derbasî hundir bûm. Bi tirs û heyecana laşê xwe ve li ber çokên wê rûniştim. Min bi kesera hêviyên qurmiçî xweşbêhna keziyên wê dikişand cîgerên xwe. Çavên min têkilî çavên wê yên melûl û xemgîn bûn. Piştî demekê çavên wê yên zeytûnî dibişirîn û dikeniyan di giyanê min yên şermok de. Di navbera me de peyva awirên bêdeng destpêkiribû. Hesreta evîndarî û bêrîkirina salên ku li ber bareşa feleka xayîn berba bûyî ji nû ve li min vedijenî û geş dibû.
   
Carnan bêdengiyek, carnan kenekî nazik di navbera lêvên wê yên xweşik de belav dibû li odê. Bêyî ku qedehek mey vexwim serxweş û sermest û heyranê wê dibûm. Kelecana tayeke zirav xwe li bedena min dipêça. Qey tu dibêjî min şûşeyê eraqê bi carekê re di gewriyê xwe re berdabû û ez ji xwe derbas bûbûm. Min dîsa keserek û hilmek ji cixara xwe kûr kûr kişand. Carnan di navbera bêdengiya me de awirên min ji çavên wê dûr diketin û min li derdora xwe temaşe dikir. Li dîwaran, wêneyan, çîçekan û li şewqa finda ku bi coş vêdiketî mêze dikir. Diponijîm, ketibûm nav ramanên kûr û ji xwe gelek dûr ketibûm. Pêjna laşê min li nav pêlên deryaya jankêş winda bûbûn, dîl hatibûn girtin û fetisî bûn. Min çavên xwe berdabûn noktekê û bi tîrêjên awirên xwe yên xemgîn li derdora wê nokteyê semah digerand. Ew nokte, êşa tenetî û perîşaniya min a li kolanên xerîbiyê bû. Sewda, nasname, stran, dîlan, bêrîkirin û hesreta Welatê min yê bindest bû. Min dixwest, êşa kul û kedera sîngê xwe, bêdengî û jana xwe li ser wê nokteyê biperçiqînim, bihelînim, pê bigrim bişeqînim, bavêjim û tune bikim bi agirpêta çirûskên awirên xwe yên bizdonek.

Finda ku li ser masê vêdiketî hêz û coşek dida pêlên kaniya hestên min yên newêrek. Min çavên xwe kiribûn qelem û firçe, dilê wê jî tabloya spî. Min firçeya xwe li ser tabloya spî digerand;
Wêneyê baxê gula sor; li gulistana biharan dibişkivîm û bi bêhna qurnefîlan ber bi wê ve difûrîm.
wêneyê stêrkan; li koretariya şevereşên xewle di gerdûna nava xwe de dibiriqîm û ber bi wê ve dixuricîm.
wêneyê xanîyekî biçûk; li şevên oda wê dihewîm, di hembêza wê de radimedîm û dibûm zavayê textê bûkaniya wê.
wêneyê ewrên reş û tarî; min perdeya toz û dûmanê çolistanan diçirand û bi rengê keskesora dilê westiyayî ber bi wê ve dibezîm.
wêneyê gola baranê; min di bin şil û şepaliya dilopan de sakoya eşqa hesretê li xwe dikir û ber bi wê ve diherikîm.
Wêneyê kuliyên berfa spî; li seqema zivistanên sar û li ser rêya qeşa girtî bi gavên şemitok ber bi wê ve dipekîm.
Bi wêneyê xwendina çûkên asîmanan re, min jî mîna bazê zinaran baskên xwe diçirpand, radiperîm, serî radikir û ber bi wê ve difirîm.
Xoşewîsta ku giyanê min yê çilmisî û hêviyên derbeder bûyî ji nû ve vejandî û ken û şadî li min bexşandî…
Dilê ”Z” ye…

Em li derve, li nav daristanan digeriyan. Pelên daran diweşiyan xwarê û bayekî hênik yê Payîzê rûyê me miz dida. Ji ber bayê hênik laşê min diricifî. Kenê wê yê nermik, dilgermî û dengê wê yê şîrîn û nazik, porê wê yê xumrî û hunandî, bejna wê ya fîdanî, germiya qefesa wê ez dîn û sergêj û sermest kiribûm. Laneta bîranînên qurmiçî li min şad dibûn. Ez ji nû ve hatibûm afirandin û bêhna jiyaneke aram li ber pozê min difûrî. Coş û heyecan û hesteke şad xwe li tenetiya şevên min radipêça. Wekî gul û çîçeka ku çilmisî ji nû ve bipişkive û şîn bibe jiyan jî li min xweş û geş dibû.

Min bi maçên xunava lêvên hesretkêş gerdana wê ya spî bi morî û mircanan dineqişand û ew tevî hezkirin û bêrîkirina salên bihûrî hembêz dikir.
Ez êsîrê şewqa awirên wê yên di çirîsandina stêrkan de diçirisî…
Ez mehkûmê tiliyên wê yên qolincên min miz dida…
Ez êsîrê germa henasa wê ya dilnerm…
Ez bi dil û mêjiyê xwe ve û bi laş û giyanê xwe ve mehkûmê wê bûm.
Belê dixwazim wê gavê û wê demê bijîm. Ne rojên bihûrî, ne jî rojên dahatû.
Bes haz û heyecana wê gave û bextewariya wê demê…
Mehkûmek di dilê wê de…
Dilê “Z” ye…


2008-11-11
Stockholm

xizan_silan@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 20 09 2026

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Derhênerê îranî Cafer Panahî hat binçavkirin

ad

Li Tirkiyeyê yekem fûara pirtûkan a salê li dar dikeve

ad

Fîlmên derhênerên kurd bi ser dikevin

ad

'Êşa Genim' derket

ad

2 nûçeyên li ser kurdî

ad

Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname