Diyarname
'Yenî Diyarbakirspor' ku di Koma 2'yemîn a Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê de dilîst, lîg di rêza sêyemîn de temam kir. Ji bo vê derbasî Play Offê bû. Di maça yekemîn a Play Offê de bi Denizli BB re li Denîzlî lîst û maç 0-0 bi dawî bû. Maça duyem roja 18'ê mehê li Amedê bû. Heta deqîqeya 90+3 Diyarbekir spor bi 1-0 li pêş bû. Di vê deqîqeyê de hakem ji bo Denîzlî penalti da û encam bû 1-1. Berî bi deqeyek maç bi dawî bibe temaşevanan ji ber biryara şaş a hekêm derketin nav sehayê, bûyer derketin.
Piştî maçê rêveberiya Yeni Diyarbakirsporê daxuyaniyeke weşand û got ku wan tîma xwe ji lîgê kişandiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) bi polîtîkayên cudaxwaz û bi hesabên siyasî şampiyoniya wan ji dest wan girtiye.
Her wiha rêveberiya Yeni Diyarbakir Sporê bang li klûbên fûtbolê yên herêmê kir ku ew bi hev re lîga xwe saz bikin.
Wekî agahî: Li nav lîgên Tirkiyeyê îsal du tîmên Amedê hebûn. Yek jê tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku navê wê "Diyarbakir BB" bû (her çiqas biryar girtin û nav kirin Amed Spor jî TFF'ê hê ev nav nepejirandiye). "Diyarbakir BB" di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de bû. Lîg bi dawî bû, Diyarbakir BB di Rêza 8'an de temam kir.
Tîma "Yenî Diyarbakir" spor jî piştî ku Diyarbakir Spor ji hemû lîgan ket û çû nav komên amator hat avakirin. Yeni Diyarbakir Spor di Lîga 3'yem de dilîst, ji ber ket nav pênc tîmên pêşî mafê lîstina "Play Off"ê bi dest xist. Ger li hemberî Denizli bi ser biketa dê derbasî Lîga 2'yemîn biba û sala pêşiya me di vê lîgê de bilîsta. Ji ber têk çû sala pêşiya me de dîsa dê di Lîga 3'yemîn de bilîsta. Niha piştî rêveberiya klûbê tîm ji lîgê bi paş ve kişand, herhal dê tîmî belav bikin. Wekî din çi rê hene, di rojên me de dê diyar bibin.


