Diyarname
Kovara xwendekaran Pêngav hejmara xwe ya duyemîn derxist.
Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Stenbolê sê meh berê kovareke/fanzîneke bi navê Pêngav derxistibû û di nav xwendekaran de belav kiribû. Heman xwendekaran niha hejmara duyemîn a Pêngavê derxistin. Kovara bi kurdî Pêngav dixwaze di navbera xwendekarên zanîngehê de bibe pirek ziman
Di kovarokê de Umit Eser hevpeyvîna bi Prof.Dr. Celîlê Celîl re kiriye. Celîl li ser pêşeroja ziman û ciwanên kurd sekiniye. Kenanê Nado, ji navdarên kurd Xelîl Xeyalî daye nasîn. Jiyan, berhem û têkiliya wî ya bi Seîdê Kurdî û Ziya Gokalp re vegotiye. Di nivîsê de di barê Xelîl Xeyalî de çend gotinên Musa Anter, Zinar Silopî û nivîskar bixwe jî cih digirin.
Gernas nivîsek li ser geometrîyê nivîsandiye û çend terîmên wê nîşan dane. Nivîseke din a di kovarê de jî danasîna pirtûka Mela Mehmûdê Beyazîdî (Adat û Rusumatnameê Ekradiyê) ye. İsmetullah Ozdag nivîsa xwe ya bi navê magnetîzmayê de di fizîkê de miqnatis çawa tên çêkirin bi awayekê zanistî rawe kiriye.
Cumalî Guler jî ji Italio Calvino çîrokek wergerandiye. Di çîrokê de qala halê bajarekê ku têde her kes diziyê dike kiriye.
Rêbaz Şoreş di ceribîna xwe ya bi navê “Ji dilên miştxem û çavên hêsirbar derbirîna pêngavekê" de di nav doza kurdan de li ser rola rewşenbîrên kurdan sekiniye. Di dawiya vî ceribînê de helbesta Kamûran Bedirxan ya bi navê “Li ber tirba Şêx Seîd” jî cihê xwe girtiye.
Û bi helbestên xwe ve Marîn Rehman, Mehmet Sait Çakar, Bêrû û Kenanê Nado beşdarî vê hejmarê bûne.
Ji bo kesên eleqedar:
kovarapengav@gmail.com