Diyarname
Li Tirkiyeyê saetek bi pêş û paş ve dayîn her sal heye. 26'ê mehê saeteke bi paş ve bê dayîn.
Di 30'ê adara 2008'an de li gor ev xebata 'saeta havînê' saeteke bi pêş ve hatibû girtin û di 26'ê vê mehê de ev dîsa diguhere. 26'ê mehê roja yekşemê saet 04'ê sibê de dê saeke bi paş ve bê dayîn û tam wê kêliyê de saet dê bibe 03'ê.
Bi vê kirinê dikin ku di warê enerjiyê de tasarûf bê kirin. Heta niha li Tirkiyeyê rewş wisa bû lê niha Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê li ser dixebite ku vê saetê bike sabît. Ji bo vê yekê jî li formuleke digire. Ger ji meclisê biryareke derkeve ev bi pêş ve girtin û bi paş ve girtina saetekê dê sala pêşiya me de jî bidome, lê di sala 2010'an de êdî ji holê rabe.