Diyarname
Vê hefteyê 3 fîlm ketin vîzyonê: "Osmanli Cumhuriyeti", "Gomorra" û "Destere".
Osmanli Cumhuriyeti - Komara Osmanî
Derhêner: Gani Mujde
Lîstikvan: Ata Demirer, Vildan Atasever, Ruhsar Ocal, Sumer Tilmaç
Cure: Komedî
"Osmanli Cumhuriyeti" bi peyva "Ew nebana dê di Şerê Rizgariyê de serketin pêk bihata?" bi cureyeke cihê li dîrokê dinêre. Fikra Ataturk nîn ba dê Komareke Tirkiyeyê ya çawa heba bi şiklek mîzahî pêşkêş dike.
Fîlmê ku Gani Mujde senaryoya wî nivîsandiye û bi rê ve biriye di serlîstikvanî de komedyen Ata Demirer heye. Di fîlm de Padîşah Osmanê 7'emîn rojekê dema evîndar dibe fêm dike ku desthilatdarî ne di destê wî de, ew bi xwe piyoneke.
Ji bo fragmanê:

Gomorra (2008)
Derhêner: Matteo Garrone
Lîstikvan: Salvatore Abruzzese, Simone Sacchettino
Cure: Sûc / Dram
Li Îtalyayê rêxistineke ku sûcê dike bi navê Gomora heta niha 4 hezar mirov kuştine.
Gomorra ne tenê karê tilyakê û firotina çekan an jî girtina xeracê di heman demê de di her sektorê de kar dike.
Çîrokên di fîlm de ji jiyana rastîn hatine girtin. Ev hemû mi taxa Scampia ya Napoli yan jî li Casertayê hatine jiyîn.
Destere (2008)
Derhêner: Gurcan Yurt, Ahmet Uygun
Lîstikvan: Peker Açikalin , Ceyhun Fersoy , Erol Gunaydın , Selin Denizli
Cure: Komedî
Qatilek ji Trakyayê ku nikare "H"yan bibêje kesên navên wan wekî Hamza, Hamdi ne bi îşkenceyê dikuje. Fîlm çîroka wî nîşan dide. Qatil ku dixwaze Hayrettin û Hayati bikuje lê ew li heman gundî, li Trakyayê cotkar in.


