Diyarname
Bernameya 1001 Festîvala Belgefîlman hat eşkerekirin: Ji 35 welatan 127 fîlm dê bên nîşandayîn.
1001 Festîvala Belgefîlman îsal di 13'yê vê mehê de li dar dikeve. Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Sînemagerên Belgefîlmsaz (BSB) ve tê li dar xisin îsal 11'emîn car e li dar dikeve. Festîval heta 19'ê mehê li dar e û di vê demê de 49 ji Tirkiyeyê, 78 jî li derveyî Tirkiyeyê bi giştî 127 fîlm dê bêne nîşandayîn. Îsal 300 belgefîlmî serî li festîvalê dabûn û ji nav wan 127 jê ji bo nîşandayînê hatine hilbijartin.
Di festîvalê de fîlm di bin 14 beşan de tê nîşandayîn ku hin ji wan ev e: “Halê Dinê”, “Mafên Mirovan”, “Gelo qet hêvî nîn e?”, “Bîranîn”, “Cîranê me Rojhilata Navîn”, “Çîrok her kesî heye".
Fîlm li Stenbolê, li Navenda Çanda Îtalyan, Navenda Çanda Fransiz û Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê pere têne nîşandayîn.
Festîvala ku 10 salên xwe li dû xwe hişt ku ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê belgefîlman nîşan dide dike ku li Tirkiyeyê sînemaya belgefîlmî bide hezkirin.
Her wiha ji bilî nîşandayîna fîlman hin panel û gotûbêjên bi navê "Di diyaloga navçandan de rola belgefîlm sînemayê", "Dersên hostatiyê", "Belgefîlm sînemaya Suha Arin" jî hene.
1001 Festîvala Belgefîlman yekem car di sala 1997'an de li dar ket û her sal bi giştî li dora 40 hezar kesî li fîlman temaşe kir. Heta niha ji 59 welatan 965 fîlm bûne mêvanê festîvalê û derketine pêşberî temaşevanan.
Ji bo eleqedaran: http://www.1001belgesel.net


