Mêrdîn
Li Stêwra Mêrdînê Şaredarê biryara guhartina tabelayên taxan girt. Li gor vê biryarê tabelayên 41 taxan (bi gotina berê ya gundan) hatin guherandin û tabelayên pirzimanî hatin çikandin.
Hevşaredarên Stêwrê M. Aydin Alokmen (bi navê xwe yê nivîskarî Feratê Dengizî) û Gurbet Tekin ligel Meclisa Şaredarî biryara guherandina tabelayên ku tenê bi tirkî ne girtin. Li gor biryarê navên rastîn ên gundan (taxan) li tabelayan hatin kirin. Ev wêne encama vê biryarê ye. Me jî ev wêne kir wêneyê rojê û em pêşkêşî we dikin.
Wêne: DÎHA


