Diyarname
Huda-Par bi civînek eşkere kir ku bi berendamên serbixwe dikeve hilbijartinê. Ji bilî Edeneyê, li çend bajarên kurdan berendaman nîşan dide.
Huda-Par biryar da ku di hilbijartina 7'ê pûşbera 2015'an de bi berendamên serbixwe bikeve hilbijartinê. Li gor vê biryarê ewê li Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Wan, Çewlig, Riha, Batman û Edeneyê berendamên serbixwe nîşan bide û bikeve hilbijartinê.
Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de Huda-Parê li Amedê bi giştî 34 hezar deng girtibûn, li Batmanê 12 hezar, li Bedlîsê hezar û 200, li Wanê nêzî 3 hezaran, li Mêrdînê li dor 6 hezar û 500 deng girtibû.
Hizbullah di salên 90'î de li bajarên kurdan êrîşê bi sedan kurdî kir û ew kuştin. Di destpêka salên 2000'î de piştî têkçûna Hîzbullahê, alîgirên vê tevgerê wekî Mustazaf-Der derketin holê, paşê bi navê Huda-Par partî ava kirin.
Huda-Parê du demê DAIŞ'ê ku êrîşê Kobanî kir û hê jî êrîşê hemû kurdan dike tu demê wekî rêxistina terorîst bi nav nekir. Niha Huda-Par li Amedê û bajarên din ên kurdan dê dengan bixwaze. Ji niha de hilbijartineke balkêş li pêşberî me ye. Huda-Par ji bo li Amedê berendamekî wekî mebûs derxe divê bi ser 50 hezarî re dengan bigire.
Wekî notek: Bi berendamên serbixwe ketine hilbijartinê tevgera kurd da dest pê kirin û yek xist rojeva Tirkiyeyê. Di hilbjartina 2007 û 2011'an de bi berendamên serbixwe ket hilbjartinê. Di hilbjanrtina 2007'an de DTP'ê 22 mebûs derxistin. Piştî DTP hat girtin vê carê BDP ku li ser heman xetê têkoşîn dida di hilbjartina 2011'an de ket hilbjartinê û 35 berendamên serbixwe derxist.


