Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
Omer Dilsoz
Di çend pirsan de, me nêrînên xwe li ser romana kurdî berhev kirin, niha bêyî ku pirsê destnîþan bikim, dixwazim van nêrînan bi we re parve bikim.
Pirsa li ser “qonaxên romana kurdî” bersivê her di nav pirsê de vedigire. Her qonax, bi serê xwe bi tecrûbe û serhatiya salan, xwedan serborî û ceribandinên kûr û dirêj e. Her qonax, di heman demê de, bi dawîhatin an jî bi sentez, hin gavan jî, wekî antîteza rewta pêþiya xwe hatiye pê. Ango, her qonax di agirê xwe de keliyaye, dûre di xweliya xwe de xewiniye û piþtre jî gihîþtiye û xwe daye der.
Helbet, em, wek tecrûbe û ezmûn, di vê gerdûna nivîsandinê de, di hemû qonax û pêpelingên vê pramît û derenca wêjeyê, yanî, di vê meydana hiþ û jêrhiþa kulturî-çandî ya nivîskî de, gelek û gelek dereng mane.
Meydana edebiyata me xirt û xalî maye ji nivîsê, di kîsê me de çi berhev bûye, hema bêje ew du sê dilopên devkî ên zargotinî ne. Helbet, di ber vê bagera guherîn, pêlavêtin û rewtvedana jiyana medeniyet û þaristaniyê de, ji dûr ve dûr ve be jî, “edebiyata me ya devkî” bi tîna wan “izman” hesiyaye û di pêvajo û heyamên kemilîna binhiþîna neteweyî û giþtî de, ez dibêjim qey binaxe dagirtiye lê pirs ew e ku çu rêzedîwar li ser vê binaxê nehatine danîn/nijinandin/nimandin.
Ez, gel hindê me ku di van meseleyên weha de, li þûna ku mirov tûkê birînê hilxepêre û wê bixurîne, çêtir e, ku mirov guhê xwe bide gotina pêþiyan a ku dibêje, “Tiþta çû nede dû”. Ango, heke îro, me, ji ber bêþansiya tarîxa xwe, nikaribe ji xwe edebiyateke nivîskî ya xwedan kevneþopiya bi sedan salan bi dest bixin (ku tunebe) gelo, ma qey em rabin benzînê bi serê xwe dakin û ji qehra xwe biþewitînin. Ma hema em rabin, vê valahiya ku encama bi sedan salan e, û di vir de, çu guneha me nifþê nû nîne, ma qey em, hemû hêviyên xwe binax bikin û ji ber ku tune(bû)ye, qey xwe jî tune bikin?!
Li gorî min, pirsa me ya sereke ev e. Helbet, em ê zû bi zû nikaribin bi xelkê re qayiþa edebiyatê bikêþin û rabin “berhemên” xwe, bi yên wan re, li gorî giraniya wan, biwezinin. Ev, ji binî de, xwetunekirin e, xwepûçkirin e, û a herî kambax jî, xwe avêtina nav lepên bêhêviyeke bêdawîn e.
Ji bo wê ye, ez dibêjim; huner, edebiyat, an jî hêza peyvê, þiyana gotinê ji wê derê dest pê dike, gava tu ji (tu)nehiyê bibînî heyiyê...
Pirs, ew e ku çu zeman, ji bo çu tiþtî dereng nîn e, hindî ku di wê cuhê de, av-jiyan biherike...
Belkî, em ê nikaribin, dîrokê biqulipînin û hemû qonaxan bi hemda xwe bijîn û tê de tovê edebiyata xwe li zeviya hiþê milletê xwe bireþînin, erê, jixwe ev ne mimkûn e jî, lê em dikarin tiþtekî bikin... sibe, bo sibê û îro, îroya xwe, li cihê ku edebiyata cîhanê gihîþtiyê, ji xwe re çalekê, derzekê, kulekekê vekin û tê re biçin ber bi asoyên ronak ve...
Ango, di nav van çend dez avantajên mezin de, a rastîn em hinekî jî bi avantaj in, ku ew jî, îro, em li ser behr û deryaya nekeþfkirî ya nivîsê ne... xelkê, zeviya xwe çandiye û berê xwe jî hilaniye lê zeviya me beyar e, em dikarin, tovekî wisa lê bireþînin ku li ser (tu)nebûnê, bibin xwedan hebûneke bêhempa...
Ango, mesela me bikaranîna potansiyelê ye, ji bo vê jî divê berî her tiþtî em bi wê bihesin...
Ez dibêjim qey ev mijara cureyên romanê, ji min pirtir a mamosteyên edebiyatê ye. Ez, çu pîvanan destnîþan nakim, ji ber ku, pîvana ku ez ê li ber dilê xwe bikin pîvana “serkeftinê” tenê dê encama qenaeta min a di vî warî de be. An jî, divê ez vegerim nav teknîka vî karî, ji þareza û pisporên edebiyatê yên cîhanê, çend gotin û ‘pîvanan’ neqil bikim, bi ya min, ev þêwe nêzîktêdayîna ku nivîskar, gelek caran bi palpiþtan ve dadikeve meydana gotarê, meydana axaftin û analîzê, nêzîktêdayîneke gelekî bixwebawer, jixwepiþtrast û xweser nîn e. Ev þêwe nêzîktêdayîn, pirtir karê akademisyenan e, pisporên edebiyatê, jixwe pîvanên hema bêje “giþtî” destnîþan kirine.
Lê, ku pirs weha be, “gelo kêfa min, qinyata min bi romaneke çawa tê?” wê demê, ez dikarim, ji we re, behsa hin tiþtên ku ji romanekê, tekstekê, çîrokekê, fîlmekê, þanoyekê, fotografekê, dîmeneke zindî, kêfê dide min û di hiþ û dilê min de, velerzînên heyecanê tîne pê, darêjim.
Heke di vê xelekê de, em romanê bidin ber tava nimûneyê; ez ê xwe li “kelecanê” bigirim. Ango, mesele, kelecanpêketin e, ma heke, berhem, wekî porteqaleke av jê dotî, sar û bêtehm be, heke zimanê wê wekî guveguva kermêþan li hiþê min bilikume, heke karekterên wê, li ber çavên min zindî nebin û ez lê negirim li kolanan, heke ez nebin xemxurê dûvkêþa wê û tê de wekî surfkerekî ber bi þepol û pêlên wê wer nebim; heke, tiþt û tiþtine ji min, ji bo min, nasê min, tê de tune bin û dinyayek tê de –çi binasim çi nenasim- bi ber çavên min zindî û bi giyan nekeve, wê demê, ev roman, ne dibe mêvanê ramanên min ne jî xweþî û tehm, kelecan û aqilekî, hêviyekê, ji tecrûbeyan dersekê dide min...
Wê demê, ez ê wê nexwînim... Ew, bi kîjan ziman û bi kîjan “etîketê” be jî, qet û qet ferq nake... Ji bo wê jî, berhemeke edebî, belkî di serî de, ji bo “navekî naskirî” tête kirîn, lê piþtre ji bo “naverokeke petî” tête xwendin, naskirin û a herî girîng jî HEZkirin.
Jixwe heke te hezkirin ji navê rakir, çu tiþt tê de namîne... Ez ji “divê”yan hez nakim, lê heke îla jî pêwîst be divêyekê bêjim; bo romanê, berî her tiþtî divê Roman bi her awayê xwe bi HEZkirinê bête hevîrkirin. Bi zimanê xwe, bi karekterên xwe, bi narînî û spehîtiya xwe, bi nazikî û hûgiliyên xwe û bi HEZkiriyên xwe...
Roman çawa paþve ma, ez dikarim bi vê pirsê bersiva we bidim. An jî, “romanek çima paþve dimîne?” Ez, dibêjim qey, gava em behsa romana milletekî dikin û wê radixin ser berika analîzê û didin ber kêr û neþteran, em, zikê tarîxa wî zimanî, wî milletî jî diqelêþin û pirsgirêkê di perspektîfeke gelekî berfirehtir û bi topyekûnî werdigirin nav lepên xwe... nexwe, em ê tê de bimînin û dê li þûna nirxandin û têgihîþtina bi rastiya meseleyê, serûguhên hev bixwin û ji hev re bêjin, difna te xwar e.
Roman, bi ronahîdîtina xwe pêþ dikeve. Bifikire, tu di binê çaleke kûr de yî û hemû derî li ser te girtine, xwarina te hinde bi qasî ku tu pê nemirî, ma tu yê çawa bi pêþ bikevî, helbet pêþ nakevî... Ji bo wê, divê zimanê kurdî, ji çalên man-nemanê derkeve, di qatên perwerdehiyê ên bilind de bikemile û bi bejn û bal bibe, bi dû re, romana me jî, ramana me jî, kultura me jî, dê “riya xwe” bibîne. Gelo ev rê, dê çend pahn û fireh be, ez bawer nakim bibe TEMa kurdî lê dîsa jî dê her cure barhilgir, mirovhilgir û ramanhilgir bikarin tê re bimeþin...
Ango, romanek ji bo ku bi pêþ bikeve, divê bi ser bikeve û bibe xwedan rû û siyanet, hela ji aliyê çend xwendevanan ve bête xwendin, nirxandin, rexnekirin (em kurd rexneyê carina wek rîxne têdigihin mixabin) piþtre dê jixwe riya xwe bibîne, em hewl bidin rawestînin jî ew guhê xwe nade tu (çu) kesî.
Ji bo wê jî, ez wisa bawer dikim, bi reþbînî û xwexuriyê, çu tiþt bi pêþ nakeve. Tiþtek li ber me heye, zimanek, em di asoyên wî zimanî de li xewnên ronahî digerin. Ew, amûrê me yê derbirînê ye, em pê, tevn û tejê ramanên xwe dijenin û hêvî û xweziyên xwe dihûnin. Dinyaya me di wê derê de ye. Îro, divê em nekevin xema hindê ku ev ziman, va ye ber mirinê ye û ma ez çima xwe pê biwestînim û ew piçeka mayî bî, hema di yek carî de bikujin. Naxêr, a rast, berevajiyê wê ye, ne li ber mirinê, li ber zayînê ye û tarîx, ji bo me, ji îro ve dest pê dike... tarîx, belkî di qeydên me de, tenê deng e/dengbêjî ye, lê tarîx li ba me ZINDÎ ye.
Her weha roman jî zindî ye. Belkî, wekî xeyalekê bê, lê ev ne xeyal e pêþbînî ye belkî, ez berevajî her kesî dibêjim; Kurdî û edebiyata wê, li ber teqîneke mezin e...
Li gorî min, ev nîqaþên wisa gelekî beyhûde û pûç in. Roman, aþkere ye, çîrok jî... Lê dîsa, ji bo ku merema min bête fêmkirin, tasvîreke gelekî berbelav ez dixwazin parve bikim:
Bifikire, tu di rê de diçî, te mirovek dît; di çîrokê de, tu wî kesî dibînî, diçî balê, silavekê didî, pê re dixwî, vedixwî, tiþta bo te pêwîst jê distînî û di riya xwe de dewam dibî... Lê di romanê de, tu wî kesî, dibînî, diçî balê, pê re rûdinî, diaxivî, her liv û tevgera wî dinimînî, li wir dimînî, dikevî hiþê wî, dibî tirs û fantaziyên wî û ji balê naçî... aha, ferqa roman û çîrokê ev e.
Li gorî çejna wê ye. Roman, heke romaneke dîrokî be, jixwe dê ava xwe ji destanan vexwe lê heke romaneke modêrn be, dibe ku qet çu têkiliyê bi destanan re çêneke.
Bi rastî ez “miriyê” vê pirsê me. Çima? Ji ber ku em ne mecbûr in îla rewþekê ji romana xwe re peyda bikin. Em ne mecbûr in, nîrekê deynin ser stûyê romana xwe û li ber “(ga) ya xelkê” dabênin. Nexêr, bihêlin, romanê neêþînin, wek di meseleya zimên de, em wê nekin xwêya her girarê.
Romana me, bila di tu qonaxan de nebe û bila di teþta tu “izman” de nehatibe hevîrkirin, gelo, ma ku wisa ye, qey em rabin xwe bikujin!? Ez tênagihim, çima em zimanê xwe, ramanên xwe, romanên xwe, hestên xwe, jiyana xwe, “xwe” û dilê xwe, hEZkirina xwe, hinde/evçend tepeser dikin, ev çend diêþînin, ev çend diguvêþin û her wekî em li bendê ne ku xelkek bê, bo me çend gotinan li ser “me” bêje, da ku em bi ya xwe bawer bin, da ku em ji xwe Hez bikin, da ku em piþtrast bibin ku “Em” bi ya xwe ve, HENE...
Gelo, ev çi derûniyeke hinde li ser “Ne” yê sing kutane û hinde xwe bi “qenaetên yên derveyî xwe ve” radigire.
Ma ku nava me vala, xelk hemû bibêjin tijî ye dê bibe çi, an jî berevajiya wê...
Li gorî min, romana ku em wek “romana kurdî” dikarin behsa wê bikin, ji vir de, ji vê kaosa civakî mimkûn e, wekî volkanekê bi ser cîhana edebiyatê de biteqe. Bihêlin, bila biteqe...
Ango roman, þoreþeke zihnî ye, ji bo wê jî, ne ji qenaetên derve ve, ji qenaeta xwe ve, li bûyerê, helkeftê, demê, jiyanê, hezkirinê, mirovî, jinê, þerî, mêrî, zarokan, mafan, îdeolojiyê, siyasetê, ramanê, cîhanê, xewnê, eþqê, fantaziyê, hevþabûnê DINÊRE...
Helbet, ev encamên hin qinyatan in. Ma nexwe, mirov çi, çawa dibîne, wê dide der. Hema bêje ez jî di kategoriyên we diyar kirî de, dikarim texterewana romanên “çavbelek” rakim û lê danim. Lê pirs ne eve texmîna min.
Vêca qey, em ê heta çend salan li benda mezinbûna wê bisekinin!... An jî, gava ew romanê bi çarlepkî didin meþandin û hêdî hêdî diranên þîrî lê tînin, heta carina hinek di ber re dibêjin, “aaa wetttê” jî, ka serencama kîjan psikolojîyê derdibirin? Li gorî min pirs ev e. Dibe ku nexweþiyek be, hin xwe li “tunehiyê” radigirin, hin xwe li “çarlepkî” radigirin û hin jî di arafa xwe û xelkê de, ji qehra xwe dikujin.
Ez, di vî warî de, gel hindê me dest ji êþandina vê romanê berdin. Çi be û li ku be, bila li wê derê be, bihêlin, bela xwe jê ve kin, nexwe hûn ê hem xwe û hem jî wê tune bikin.
Ji bo pirsa “tu hez ji kîjan celebê romanê dikî?” Bawer ke ew jî li ser gavê ye. Li ser psîkolojiya min a wê demê ye, wê heyamê ye. Car tê, kêfa min bi romanên fantastîk tê, carina jî ez xwe li romanên dîrokî digirim. Te dît, hiþê mirovî, ruhê mirovî wê pêlê, tîyê çi be, ew mirovî bi xwe re dibe. Lê wekî jênegerekê, romana ku bi evîn û HEZkirinekê pehtî be, her tim, tercîha min a pêþîn e. Ji dema tê de hez dikim. Romanên dema me, serdema îro, ên herika hiþîn hestên min xweþ dikin.
Bi ya min, roman, danezanên siyasî nînin, belkî bi serve serve xwe gelekî têkilî civakê nakin, çimkî, civak bi xwe tê de ye. Roman, hespê troya yê binhiþê mirovî ye, keleyê ji hundir ve vedigire. Ji bo wê jî, roman, civakê na na, civakekê ava dike... (helbet heke ew roman raman be)
Tiþta xweþ ew e ku mirov dikare bi xeyalên xwe dinyayê biguherîne. Tiþta nexweþ jî ew e ku mirov bi guhertina xwe bawer neke. Helbet, xelatkirin, bo zimanekî cihê serfiraziyê ye, lê ez dibêjim derdê me yê nivîsê, ne bo xelatên nobelê ne, derdê derbirrîn û xwenasînê ye. Ez, dibêjim, Nobel bo me kurdan, belkî xeyalek gelekî zû be. Lê mimkûn e.
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirþ e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Þîfreyên dema nû û tiþtên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piþtê!’