Paris
Radyoya Fransiz a Navneteweyî "Radio France International" (RFI), beşa radyoyê ya tirkî da rawestandin.
RFI beşa tirkî ji sala 1971'ê ve weşana xwe kiribû, di sala 2006'an de dawî li weşana radyoyê anîbû lê tenê bi ser înternetê re weşan didomand, niha ew jî da rawestandin.
Lijneya Rêveberî ya RFI'yê di dawiya meha rezberê de civîneke li dar xist û di dawiyê de li gor "stratejî" û "berhemdayînê" weşana radyoyê ya bi almanî, arnavutî, laosî, lehî, sirbî û tirkî bi temamî da rawestandin û weşanên bi çînî, farisî, rusî û wîetnamî tenê dê bi ser înternetê re bidomîne.
Li gor biryara nû weşana bi zimanên erebî, spanyolî, îngilîzî, portekîzî û weşana bi hin zimanên efrîkî dê bidome.
Hin sendîkayan li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan, nameyeke ji Serokomar Nicolas Sarkozy re şandin û xwestin ku ew ê biryarê betal bike.
Radyoyê bi 19 zimanan weşan dikir.


