Amed
Li Farqîna Amedê qezayeke trafîkê pêk hat û têde Şaredarê Farqînê Fikret Kaya, parêzvan û ajokarê wî birîndar bûn.
Li ser rêya Farqîn-Batmanê di kîlometreya 16'emîn de, nêzî Pira Mala Badê qezaya trafîkê derbas bû. Di qezayê de Şaredarê Farqînê Fikret Kaya, ajokarê erebeya wî Ekrem Silinmiş û parêzvanê wî Eyup Yaman bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Amedê
Bi bihîstina qezayê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredara Baxlarê Yurdusev Ozsokmenler, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, mebûsa DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak, endamên rêxistina DTP'a Farqînê û bi sedan ji gel çûn nexweşxaneyê.


