Enqere
Li Enqereyê li ser pirtûkxaneyan, endamên wan lêkolînek hat kirin û encamên balkêş derketin.
Hîndekarê Rêveberiya Agihî û Belge ya Zanîngeha Edebiyatê ya Hacettepeya Enqereyê Prof. Dr. Bulent Yilmaz li ser pirtûkxaneyên li Enqereyê xebateke lêkolînê kir. Jê agahiyên balkêş derketin. Vane ji wê agahiyê hin not:
- Li Enqereyê tenê ji hezarî 9 kes ji pirtûkxaneyan sûde werdigirin. Li navçeyên mezin Altindag û Etîmesgut ên Enqereyê tu pirtûkxane nîn in. Li gor standardên dinyayê pêdiviya Enqereyê bi 2 mîlyon û 550 hezar heb pirtûkên din hene.
- Her li gor standarda Federasyona Komeleyên Pirtûkxaneyan a Navneteweyî hem jî li gor standarda ku Wezareta Tûrîzm û Çandê ya Tirkiyeyê di sala 1988'an de amade kiriye li Enqereyê di warê pirtûkan de gelek li paş e.
- Li Enqereyê divê 103 pirtûkxaneyên gel hebin lê li navend û navçeyên wê bi giştî 25 pirtûkxane hene. Li Enqereya ku nifûsa wê 40 mîlyon e tenê di hezarî de 9 kes (40 hezar kes) endamên pirtûkxaneyan in. Ji van 31 hezar endamên Pirtûkxaneya Gel a Adnan Otuken in. Û 9 hezarên din hê enramên pirtûkxaneyên din in.
- Li gor zagonê her pirtûkê derdikeve kopyayeke wê di Pirtûkxaneya Gel a Adnan Okuten de ye. Ev pirtûkxane li navenda Kizilayê ye û wekî pirtûkxaneyeke berhevkirina pirtûkan e. Ji 350 hezar kesên ku ji pirtûkxaneyên gel sûde werdigirin 150 hezar ji vê pirtûkxaneya Adnan Otuken sûde digirin. Dema em vê bifikirin li Enqereyê kesên ku ji pirtûkxaneyan sûde digirin hejmara wan ji hezarî 9'ê dadikeve hezarî 3.
- Li gor standardên dinyayê divî li Enqereyê 2 mîlyon û 700 hezar pirtûk hebin lê ew qas nîn in û ji bo bigihîjin vê hejmarê hê pêdivî bi 2 mîlyon û 550 hezar pirtûkên din heye. Ji ber vê kêmasiyên di pirtûkxaneyan de serê 6 kesî pirtûkek dikeve.
- Di pirtûkxaneyên Enqereyê de divê 242 kes bixebitin, lê tenê 98 kes di wan de dixebitin. Ji 5 aliyên din ve jî pirtûkxaneyên Enqereyê kêmî asta navneteweyî ne.
- Yê Şaredariya Bajarê mezin û şaredariyên din 3-4 pirtûkxaneyên wan hene lê li Rojavayê pirtûkxane di bin berpirsiyariya şaredariyan de ne û hejamara wan pir e. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ne xwedî pirtûkxaneyeke hemdem e, dev ji asta pirtûkxaneya Ewropayê berde, di asta pirtûkxaneyên Afrîkayê de ye.
- Li Ewropayê sedî 25'ê gel endamên pirtûkxaneyan in, lê li Tirkiyeyê ev reqem sedî yek e. Li welatên Îskandînav sedî 60 endamên pirtûkxaneyan in, li wir rû dinin pirtûkê xwe, rojnameyên xwe li wir dixwînin, ji înternetê wê derê sûdeyê digirin.
- Pirtûkxaneyên gel divê gel bikar bîne lê li Enqereyê jî, li Tirkiyeyê jî nêzî sedî 90 xwendekar pirtûkxaneyan bikar tînin.