logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Serheda Wêjeyê, Stêrka Nûbûnê: Wêjeya Kurdên Serhedê

Wêje çiraya herî birihm e bo rewşenkirina mirov û neteweyan. Kedkarên wêjeyê, Kedkarên gotina xweşik, afirînerên fikr û

  • Dîrok: 30/11/2020
  • Beş: Serbest

Ulku BÎNGOL

Wêje çiraya herî bi rihm e bo rewşenkirina mirov û neteweyan. Kedkarên wêjeyê, kedkarên gotina xweşik, afirînerên fikr û ramanan li her derên cîhanê ji bo ku berhemên delal ji neteweya xwe re û ji mirovahiyê re mîrate bihêlin gelek ked dane, xebat kirine û gelek zehmetî kişandine. Ev çiraya bi rihm di pêvajoya rewşenkirin û ronakirinê de ji xwînerên xwe tu berdêleke naxwaze. Hew dixwaze mirov û netewe ji qeyd, kelemçe û leleyên xwe aza bibe, xweşik, qenc û pak bibe.

Kurd gelek bi siûd in, ji vê çiraya bi rihm, ji vê ronkayiya bi rihm bêpar nema ne. Di çaryeka ewil a sedsala 20'an de sê çira li milkê wêjeya kurdî hatiye vêxistin. Çira yek li Silêmaniyê li dora kovara Jiyanewe (1923-1936) û Gelawêjê (1939-1949), Çiraya diduyan li Şamê li dora kovara Hawarê (15'ê Gulanê 1932 - 15 Gelawêj 1943), çira sisêyan li serheda dûr li Kafkasan, li Rewanê li dora rojnameya Rêya Teze (25.03.1930)  hatiye vêxistin. Ev çirayên ku li milkê wêjeya kurdî hatinin vêxistin, ev agirê pîrozê bi arduyê kelepûra zimanê me di argûnê neteweya me de hatiye dadan gur bûye û şemal daye. Ev derên ji wêje û rewşenbîrîya kurdî re bûye argûn mohra xwe li dîroka wêjeya kurdî xistiye.

Ez ê di vê nivîsê da hinekî behsa şaxa wêjeya kurdî ya Kafkasan bikim. Ji ber ku berdewamî, xisûsiyet û taybetmendiyên vê şaxê hene. Di sala 1920'an heta roja îroyîn şaxa me ya Kafkasan gelek berhemên hêja bi saya serê rewşenbîrên delal daye. Taybetiyên vê şaxê ev in:

1) Bi alî ziman de devoka serhedê mohra vê şaxê ye

2) Sosyolojiya ku ev şaxa wêjeya me jê avzêmî bûye, koç û karesata kurdên êzdî ya salên 1915'an heta 1920'î ji serheda jêrîn û jorîn a ber bi Kafkasan e

3) Li ser hişmendiyek NETEWEYÎ ya dijkolonyalîst (Ji ber vê hişmendiya NETEWEYÎ a dijkolonyalîst ev şax û kedkarên vê şaxê hatine sirgûnkirn, rê û dirb li ber zimên û xebatên wêjeyî hatiye girtin û heta nivîskar jî hatine kuştin) ev şax berhemdar bûye

4) Şoreşa Oktoberê motîvasyon û halan daye vê şaxê û bûye colan ji vê şaxa wêjeya me ra

Loma jî ev her çar xalên girîng bûye sedem ku wejeya kurdiya kurmancî li Qafkasyayê şitlek nû lê bixe. Ger mirov şopa vê şaxê bigerîne, ji Agiriyê, ji Îdirê, ji Qersê heta Rewanê heta Tilbîsê û Sîbîra dûr mirov dikare şopê bigerîne.

Eskerê Boyîk ew bi xwe nivîskarekî delal ê vê şaxê ye, di pirtûka xwe ya bi navê "Çanda Kurdên Sovetê" de ji bo nivîskar û ronakbîrên vê şaxê wiha dinivîsînê: "Kadroyên kurdan yên ewilîn sêwiyên kurd bûn ku ji qir û bira salên 1918-1920'an de dê û bavê xwe winda kiribûn, di sêwîxaneyan de mezin bûbûn, xwendina xwe ya navîn li wir standibûn." Û dibêje, "Ûsa kadroyên ewlîn pêş de hatin: Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Wêzîrê Nadirî, Casimê Celîl, Etarê Şero. Ew jî hatin gihîştin Erebê Şemo û Ahmedê Mirazî."

Bi rastî jî dema mirov berhem û jînenigariya wan nivîskarên nifşên ewil yên wê şaxê dixwînin ev rewş eyan û beyan e. Di vê şaxê de peywira dibistanên wir yên kurdî û weşandina rojnameya "Rêya Taze" divê neyê ji bîr kirin. Lewra ev şax li ser koka dara Rêya Teze aj dide û şên dibe. Rêya Teze wekî darek çinarê ye ji bo nivîskar û rewşenbîrên wê demê û bûye stare, dibistan û argûnê rewşenbîriya wê demê. Belkî li rûyê dinyayê kêm wêje hebe ku bi qasî vê şaxa kurmancî bi alî zimên û bi alî naverokên berheman ve ew qas  sosyolojîya civatê ve girêdayî be û ew qas rihê zemên zeft kiribe.

Kurmanciya pê berhemên wêjeyî hatiye lêkirin bi nifir, dia, bi kulam bi gotinê pêşiyan û biwêjan, bi destan û çîrok, urf û edetên di nava civakê de tu heta bibêjî hatiye dewlemendkirin, kurmanciyek zelal tu dibêjî bi zêr û zîv hatiye kildan bi wê kurmanciya Serhedê ya din ava gel de berhemên wêjeyî yên ne kêmî wêjeya cîhanê hatiye nivîsandin. Ji helbestê heta romanê, ji kurteromanê (Novella) ji çîrokan, ji şanoyan heta dokumenterên sinemayê bi delalî hatiye nivîsandin. Gund bi gund bi dû çîrokbêjan ketine, bi sedan çîrok ji windabûn û mirinê xilas kirine.

Berhema vê şaxê wekî awêneya destpêka sedsala 20'an wekî bîra zemên e. Ev destpêka vê dewranê ji Kafkasan heta nîvê Ewropayê fikrên nû pêl dide belav dibe û her tişt serûbinê hev dibe û pergala dinyayeke nû ava dibe. Loma ev şaxa wêjeya kurdî wê heta û heta ji neteweya me re bibe rêber, bîr û çiraya me ji bo ku em wê destpêkê ji bîr nekin ku çi qewimîye û baskekî neteweya me di kîjan neqebên dîrokê re derbas bûye û xwe gihandiye roja îroyîn.

Ew kesên li sêwîxaneyan strîbûn di nav gelek derfetên hindik de û dûre ji bo ku pêşeroja me ronî bikin, me xweşik bikin û hişê me zelal û ronî bikin zend û bend badane û ketine nava kar û xebatên rewşenbîriyê û nivîskariyê.

Dara wêjeya kurdî di dîrokê de kînga şitlek nû daye wê çaxê wêjeya me bi pêş ketiye. Loma jî di vê qurna 21'ê de wext e dîsa wêjeya kurdî li ser koka xwe xulf û şitlek nû lê bide û wê lê bide jî…

Ez ê di nivîsek din da behsa wêjeya Erebê Şemo, behsa çiraya nûbûna wêjeya Erebê Şemo bikim.

bingol2181@hotmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karakterekî dîrokî 'Oppenheimer' û yên din

ad

Dermansazan derman şandin Rojava

ad

Xelk nikarin fatûreyên xwe bidin, va ne îstatîstîk

ad

Dueta Ciwan Haco û Hulya Avşar

ad

Nivîskar û coxrafyanas Abdurrahman Onen mir

ad

Festîvala Mûnzûrê bi konsereke bi dawî bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname