Diyarname
Li Sûrî heta niha weşandina pirtûkên bi kurdî qedexe bû. Niha Weşanxaneyeke bi navê Dar Elzeman ku xwediyê wê kurdek bi navê Sirac Osman e dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Yekem pirtûk "Mem û Zîn" bi kurdî lê bi tîpên erebî çap kir.
Mem û Zîn ku bi şiroveya nivîskarê me Jan Dost hatiye amadekirin niha çapa xwe ya çaran kir. Çapa yekem a vê şiroveyê di sala 1995'an de bi awayekî îlegal hatibû çapkirin û belavkirin. Dûre di sala 1998'an de li Bêrûdê çapa wê ya duyem û 2006'an de jî li Dihokê ji aliyê Weşanên Spîrêzê ve hatibû çapkirin.
Ji bo çapa çarem a Mem û Zînê nivîskar Jan Dost kêfxweşiya xwe anî ziman û her wiha sipasiya Enwerê Bavê Şoreş kir ku alîkariya madî ji bo çapkirinê daye kitêbê.
Bi vê çapê re yekem car e li Sûrî bi destûra fermî ya Wezareta Ragihandinê ya Sûrî pirtûkeke bi kurdî tê çapkirin.
Heta niha kurdên Sûrî çi bi tîpên erebî, çi bi latînî pirtûkên xwe li cihên wekî Berûdê yan Tirkiyeyê çap dikirin û bi awayekî veşarî dianîn Sûrî û belav dikirin.