Diyarname
Parlemena Iraqê zagona hilbijartinên herêmî qebûl kir. Ji 18 eyaletan di 14'an de hilbijartin dê pêk bê.
Parlemena Iraqê îro biryareke girîng girt: Li gor vê biryarê di 18 eyaletên Iraqê ku di navê de herêma kurdan jî hene.
Bi heman bû mijara hilbijartinê li Iraqê tê nîqaÅŸkirin.PiÅŸkî nîqaÅŸa ji aliyê kurd, sunî û ÅŸiiyên li mecilê ve vê carê zagona hilbijartina herêmî hate qebûlkirin.
Zagoneke bi vî rengî di 22'yê tîrmeha îsal de parlementoyê qebûl kiribû lê KOnseya serokatiya Dewleta Iraqê zagon betal kiribû. Zagona ku kurdan qebûl nedikir û wê çaxê loma hate betalkirin têde dihat xwestin ku Kerkûk bi Bexdayê ve wekî herêmek xweser bê girêdan.
Di zagona niha hatiye qebûlkirin de jî hilbijartina li Kerkûkê niha têde nîn e. Lê ji bo herêmên din hilbijartin divê heta 31'ê rêbendana 2009'an teqez pêk bên.
Ji bo Kerkûkê jî biryareke hate girtin. Li gor vê biryarê ji kurd, sunî û ÅŸiiyan dê komîsyoneke bê avakirin û ev komîsyon heta adara 2009'an dê raporeke çareseriyê pêÅŸkêÅŸî meclisê bike.
Li gor zagona nû ya hilbijartina herêman dê li 14 eyaletan hilbijartin pêk bê, li Silêmanî, Dihok û Hewlêra kurdan hilbijartin pêk neyê.