Diyarname
Li Misrê dawiya vê hefteyê li hemberî dêrên Kiptî du êrîşên çekdarî pêk hatin û 44 kes têde mirin. Piştî vê yekê Serokdewletê Misrê Abdulfettah el-Sisi daxuyand ku wan ji bo sê mehan Rewşa Awarte ragihandiye. Sisi got ku piştî meclis biryarê erê bide biryar bikeve merîteyê.
Sisi got ku dê ewlehiyê zêdetir bigirin û ferman da artêşê ku ji bo parastina hin cihên navendî alîkariya polîsan bikin.


