Diyarname
Vê êvarê ji aliyê rojavayê Kurdistanê ve pêşketineke girîng li dar ket: Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Serleşkera YPJ'ê Nesrîn Ebdullah çûn Qesra Serokomariya Fransayê û ligel Serokomarê Fransayê François Hollande hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsa jî hebû.
Hat gotin ku di destpêka hefteyê de daxwaza hevdîtinê ji Hollande hatiye û hevdîtina li Qesra Elysee gelek baş derbas bûye.
Di hevdîtinê de li ser rewşa kurdan a li Rojava, rewşa Sûriyê, rewşa Kobanî, hejmara gundên ku hatine rizgarkirin axaftin hatiye kirin.
Yekem car e Serokomarê welatekî bi rêberên PYD'ê re tê ba hev û ev yek wekî hevdîtineke gelek girîng hate bi navkirin.