Enqere
Cenazeya kurê mebûsê BDP'ê Sirri Sakik Sîdar Sakik bi beşdariya mebûsên BDP'ê û gelek kesî hate definkirin.
Li Orta Camî nimêja cenazeyê hate kirin û cenaze birin li Goristana Golbaşiya Enqereyê defin kirin.
Hevserokên BDP'ê Gultan Kişinak û Selahattin Demirtaş, hemû mebûsên BDP'ê, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û AYsel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdoğan, Serokê ESP'a Enqereyê Orhan Çelebi, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, hunermend Xêro Abbas, Cîgerê Serokê Giştî yê SDP'ê Huseyin Taka, Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Adnan Keskin û mebûsê CHP’ê Riza Turkmen, endamên BDP'ê, rêveberên Mazlûmderê û gelek kesî di vê roja xemgîn de Sirri Sakik û malbata wî bi tenê nehişt.
Ji bo Sîdar Sakik li Yildiz Zirve Salonû şîn hate dayîn.
***
Nûçeya eleqedar: