Diyarname
Li Amedê li ser navê Şêx Seid komeleyeke hate vekirin. Neviyê Şêx Seîd Alî Riza Firat li ser komeleyê wisa got: "Em helwesta Şêx Seîd û hevalên wî, mîsyona sereke ya komeleyê dibînin."
Li Amedê bi navê "Komeleya Şêx Saîd a Piştgiriyê ya Çand û Perwerdehiyê" bi kurtahî "Komeleya Şêx Seîd" hate vekirin. Di vekirina komeleyê ku li avahiya wê civîneke çapemeniyê hate li dar xistir neviyê Şêx Saîd, Şêx Alî Riza Firat axivî. Firat got ku ew li ser banga kurê Şêx Saîd Şêx Ahmet Firat malbat û neviyên Şêx Seîd hatine cem hev û biryara vekirina komeleyê dane. Fırat diyar kir ku wan di 30'ê kewçêra 2014'an de serîlêdana fermî kirine û serîlêdana wan di 7'ê sermawezê de hatiye qebûlkirin.
'ARMANCA KOMELEYÊ YEKÎTIYA KURDAN E'
Firat li ser armanca komeleyê jî got ku yekîtiya kurdan, li Rojhilata Navîn bûyîna pira biratiyê û çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rê û rêbazên aştiyane anî ziman.
Firat destnîşan kir ku mîsyona Şêx Seîd û hevalên wî li cem mazlûman û li hemberî zaliman serî rakirine û wiha axivî: "Em helwesta Şêx Seîd û hevalên wî yê dozê ji bo çareserkirina pirsgirêkên roja me wekî çare dibînin. Komeleya me dê bibe parazvanê vê misyonê."
Alî Riza Firat got ku ew êrîşa DAIŞ'ê ku di bin navê îslamê de êrîşî gelê bindest û mazlûman dike şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna Rojava diyar dikin.
Firat spasiyên xwe ji bo piştgiriya DBP'ê û KNK'ê kir û got: "Di serdanên me de DBP û KNK'ê piştgiriya me kir, em spasiyê xwe ji van dezgehan re dikin." Firat got ku hevdîtinên wan bi saziyên siyasî yên bakurê Kurdistanê re didomin û wiha dom kir: "Me hevdîtin bi KCD, HDP, DDKD, HAK-PAR, HAREKETA AZADÎ, DÎAY-DER û PAK'ê re pêk anîn û em van hevdîtinan didomînin." Firat got ku di demên pêş de ew dê xebatên xwe yên ji bo gel bi awayekî geşbûyî bidomînin.
Neviyê Şêx Seîd Firat got ku wan duh ji bo fatihayê li ser gora Şêx Seîd a li gundê Pîranê li Goristana Şehîdan bi tevlîbûna hezaran kesî xwestine bixwînin lê ji aliyê polîsan ve destûr nehatiye dayîn û li hemberî wan êrîş pêk hatiye. Firat diyar kir ku êrîşa li hemberî gel tê wateya dirûtiyê û got ku li aliyekî behsa çareseriyê dibe ji aliyê din ve êrîş pêk tên.