Erzerom
Neviyê Şêx Seîd Mihemetd Seîd Firat ku ev demekê ye li Nexweşxaneya Erzeromê dihat dermankirin duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku Firat ji ber xurifîn û nexebetîna gurcikan jiyana xwe ji dest daye.
Piştî Serhildana Şêx Seîd malbata wî sirgûnî Kirklarelî kirin. Mihemed Seîd Firat di vê sirgûniyê, di sala 1940'î de li navçeya Vîze ya Kirklareliyê hat dinê. Piştî 14 salên sirgûniyê vegeriyan bajarê xwe. Firat di hevpeyvîneke xwe de digot wî ji apê xwe Şêx Riza Efendî ders girtiye, li ser wesîyeta bavê xwe dest bi îrşadê kiriye.


