PEN'a Navneteweyî bibîrxist ku Meral Şîmşek roja 21'ê rezberê/îlonê wê derkeve pêşberî dadgehê û xwest ku dozên derbarê wê de hatine vekirin bêne betalkirin.
Şîmşek bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” heta 15 salî û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” jî heta 7 sal û nîvan jê re cezayê girtîgehê tê xwestin.
PEN'ê di metna bangawaziyê de destnîşan kiriye ku ji kerema xwe serî li dezgehên Tirk bidin: Daxwaza betalkirina hemû dozên derbarê Meral Şîmşekê de bikin.
PEN'ê bang kiriye ku divê rojnameger û nivîskarên ku ji ber naverokên nivîsên xwe ango ji ber îdîayên ku li ser wan hatine amadekirin, girtî ne û tên darizandin serbest bîmînin. Kesên ku ji ber mafên xwe yên xweîfadekirinê bikaranîne û hatine girtin divê demildest were berdan;
“Divê zextên li ser herêmên kurdan bi dawî bibin û ji bo şerê ku didome divê çareseriyeke aştiyane were pêkanîn.”
PEN'ê got ku îtîrazê xwe bişînin vê navnîşanê:
Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul navnîşan: Wezareta Dadê, 06659 Enqere, Tirkiye
Twitter: https://twitter.com/abdulhamitgul navnîşan: info@adalet.gov.tr
Ji BÎANET'ê hatiye girtin


