Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de îro maça fînalê hebû. Manchester City û Chelsea hatin hemberî hev. Chelsea bi 1-0 bi ser ket û kûpa bir mala xwe.
Her du tîmên îngilîz li Portoyê êvara 29'ê mehê saet 22'yan de hatin hemberî hev. Ber bi roja nû, 30'ê mehê ve êdî şampiyon diyar bû: Chelsea.
Li ser navê Chelsea Havertz di deqîqeya 42'yan de golek avêt û tîm bi 1-0 derxist pêş. Di deqîqeyên dawî de dengek din nehat û Chelsea bi vî awayî bi ser ket, kûpaya herî mezin a Ewropayê bir mala xwe. Kai Havertzê ku gol avêt di sala 1999'an de hatiye dinê, di Lîga Şampiyonan de yekem car gol avêt û ev gol bû diyariya bi destxistina kûpaya mezin. Li aliyê din qeleparêzê Chelsea Edouard Mendy di nav 11'ê lîstin de bû û bi vê yekê bû yekemîn qeleparêzê ji Afrîkayê ku di fînala Lîga Şampiyonan de dilîze. Her wiha bû yekem qeleparêzê ku kûpayê digire jî.
Chelsea ku di sala 2011-12'yan de bi ser ketibû, bû cara diduyan kûpayê dibe mala xwe.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Xwediyê kûpaya mezin îşev diyar dibe (Vane îstatîstîk)