Diyarname
Nivîskarê kirgiz ê navdar Cengîz Aytmatov duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Kurdî jî têde pirtûkên wî li 150 zimanan hatibûn wergerandin.
Diyarname
Aytmatov, heta niha Selvi Boylum Al Yazmalım, Cemile, Cengiz Han'a Kusen Bulut, Toprak Ana, Dişi Kurdun Ruyaları û Zorlu Geçit jî têde bi dehan pirtûk nivîsandin. Wî duh êvarê li Klinikum Nord a li Nunberga Almanyayê jiyana xwe ji dest da û berhemên xwe sêwî hişt.
Cengîz Aytmatov di 12'ê berfanbara 1928'an de li gundê Şeker a eyaleta Talasa Kirgizistanê hat dinê, li Dibistana Teknîk a Veteneriyê xwend, dûre li Bişkekê derbasê Enstîtuya Çandiniyê bû. Aytmatov ku Enstîtuya Wêjeyê ya Maksim Gorkî xwend, di sala 1956-58'an de li Moskovayê perwerdehiya xwe temam kir. Di van salan de li rojnameya Pravdayê dest bi nivîsandinê kir, 1957'an de bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Sovyetê û di sala 1963'yan de jî Xelata Lenîn girt.
Aytmatov her ku çû navdartir bû, di sala 1970'ê de "Selvi Boylum Al Yazmalim" nivîsand û ev pirtûk li Tirkiyeyê bû fîlm. Fîlmê ku Turkan Şoray û Kadir Înanir serlîstikvaniya wî kir, li Tirkiyeyê bû fîlmekî klasîk. Hin berhemên wî jî li Rusyayê jê fîlm kişandin. Nexweşiya wî jî dîsa di dema kişandina fîlmekî de çêbû. Li ser romana wî "Gun Olur Asra Bedel" fîlm dihat kişandin. Di 16'ê gulana 2008'an de Aytmatov çû serdana vê xebatê û li paytexta Tataristanê Kazanê nexweş ket. Ew cih de rakirin nexweşxaneyê, dûre ji bo dermankirinê birin Almanayê. Teşhîska têrnekirina gurçikê lê hate kirin, dest bi dermanikirinê kirin lê nekarîn wî baş bikin. Niviskar Aytmatov duh êvarê li Klinikum Norda Nunbergê xatir xwest.
Berhemên nivîskar Aytmatov heta niha li dor 150 zimanî hatin wergerandin û heta niha bi berhemên xwe gelek xelat jî girtin. Yek ji berhemên wî jî "Cemîle" ye ku ji bo kurdî jî hatiye wergerandin. Siyasetmedar û nivîskarê kurd Naci Kutlay berhema Aytmatov bi navê "Evîna Cemîlê" wergerand kurdî û berhem di sala 1992'yan de ji Weşanên Firatê derket.
Aytmatov ku digel nivîskarî balyozgeriya Kirgizistanê ya Hollanda û Belçîkayê kir, di heman demê de delegeyê Kirgizistanê yê Yekîtiya Ewropayê, NATO, UNESCO û Beneluksê bû.
Rayedarên Kirgizistanê sala 2008'an ji bo 80'emîn rojbûna wî wekî Sala Cengîz Aytmatov îlan kiribû.
Cengîz Aytmatov bavê sê kur û keçikek bû. Niha li bendê ne ku roja şemî bi merasimekê cenazeya wî li Kirgizistanê bê definkiri.