Diyarname
Li Ûkraynayê tûrnûvaya boksê hebû. Ji ber şerê Ûkrayna-Rusyayê tûrnûva li bin erdê, li stasyona metroyê ya bajarê Harkivê hat li dar xistin. Gelek kesî eleqe nîşan da û hatin temaşekirinê.
Harkiv yek ji bajarên zêde ketiye bin bandora şer. Li bajêr bi mijara "Lehengên Parastinê ya Harkivê" hat sazkirin. Ji ber ewlehiyê boks li Stasyona Metroyê hat sazkirin.
Serokê Îdareya Dewletê yê Herêma Harkivê Oleg Sineburg diyar kir ku ew kêfxweş in ku li Harkivê çalakiyeke wisa li dar dixin.
Harkiv yek ji bajarên mezin ê Ûkraynayê ye û yek ji bajarên şer gelek bandor lê kiriye. Û li vî bajarî hê jî gelek mirov li stasyonên metroyê dijîn.


