Diyarname
Li Tirkiyeyê rêjeya betalan ji sedî 15.5'an derket sedî 16.1. Li gor vê li Tirkiyeyê niha 3 mîlyon û 802 hezar kes betal hene.
Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyeyê reqemên li ser betalan ên meha reşemiyê eşkere kir. Li gor vê îstîtastîkê di reşemiya 2008'an de rêjeya betalan sedî 11.6 bû, reşemiya îsal de ev reqem derketiye sedî 16.1, hejmara betalan jî derketiye 3 mîlyon û 802 hezar kesî.
Her wiha ji ciwanan jî hejmara yên betalan ji serî 21.5'an derketiye sedî 28.6'an.
Li gor îstatîstîkan ji kesên dixebitin sedî 40.8 qeydan wan nîn e, lewma nikarin ji ewlehiya civakî tu fêdeyê bibînin. Hejmara van kesan digihîje 8 mîlyon û 70 hezar kesî.