Diyarname
Wênesaza îngilîs Marcey Hawk ji bo çêkirina wêneyan firçeyê bikar nayne. Wê ji bo boyaxkiina tûwalê rêbazeke balkêş dîtiye û vê bikar tîne.
Li gor nûçeya Daily Mail wênesaza îngilîz Hawk bi pêsîrên xwe yê bi meziniya di asta D de wêneyan çêdike. Ew pêsîrên xwe bi boyaxê de wer dike û û paşê li ser tûwalê hin şiklan saz dike. Wêneyên Hawk ên bi vî rengî bi buhaya heta 500 dolarî jî têne firotin. Hawk ku yekemîn car di sala 2006'an de dest pê kiriye bi vê rêbazê wêne saz kirine wisa dibêje: "Karê min gelek erotîk, afirîner û taybet e... Wênesazek laşê xwe boyax kiribû û li ser kanvasek xwe dirêj kiribû, dema min ew dît ev rêbaz hat bîra min."
Hawk dibêje herî zêde wênesaz Jackson Pollock û Vincent Van Gogh bandor li wê kiriye.
Helbet kirînerên wêneyên wê jî hene. Lîstikvanê îngilîz Russel Brand û xwediyê Playboyê Hugh Hefner hin ji wan in.
Wênesaz Marcey Hawk pereyên ku ji wêneyên xwe bi dest dixe diyarî hin saziyên ku li hemberî qansêra pêsiran têdikoşin dike.
