ŞENGAL
Hêzên Parastina Herêma Şengal girêdayî propagandayên reşkirinê yên ji aliyê hin derdoran ve tên meşandin û nûçeyên reşkirinê daxuyaniyek dan.
Hêzên Parastina Şengal ên ji Yekîneyên Berxwedana Şengal, HPG û YPG’ê pêk tên girêdayî ziyareta leşkerên DYA û Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya DYA (USAÎD) a di 13’ê Tebaxê li Çiyayê Şengalê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hêzên Parastina Şengalê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 13'ê Tebaxa 2014'yan de komek leşkerên Amerîkî û saziya Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîka (USAID) bi 3 helîkopteran hatin Çiyayê Şengalê. Me wekî Hêzên Parastina Hevbeş, HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ewlekariya vê komê pêk anî. Ji bo bernameya wan a kar me alîkarî da wan. Dîsa me di der barê dê çawa alîkariya mirovahî bi awayekî ewle bê belavkirin û bigihîje gelê Şengalê nîqaş kirin. Bê ku pirsgirêkek derkeve bi awayekî kêfxweş ji cem me veqetiyan û çûn. Lê di vê navberê de gelê Şengalê li hemberî pêşmergeyên ku bi vê komê re hatibûn çiyê, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Nexwestin pêşmerge li vê derê bimîne. Li ser vê yekê hêzên me ji bo di nava pêşmerge û gel de alozî dernekeve ketin navberê.”
Di daxuyaniyê dehat diyarkirin ku daxuyanî ji rastiyê dûr in û wiha hat gotin: “Di der barê vê yekê de hin derdor daxuyaniyên berevajî didin û dixwazin bibêjin hêzên hevbeş alîkariya mirovahî asteng dikin. Bi vî awayî me nîşan bidin. Lê tu bingeha van îdîayan tune ye û ev daxuyanî ji rastiyê dûr in. Wek berî niha bi du rojan jî me daxuyanî dabû, Çiyayê Şengalê di bin ewlekariya Hêzên Hevbeş (HPG, YPG, YBŞ) de ye. Hemû derdorên alîkariyê dikarin di binê vê ewlehiyê de alîkariyan bigihîjînin gelê me.”