Diyarname
Orhan Pamuk vê carê bi "Manzaradan Parçalar - Hayat, Sokaklar - Edebiyat" tê. Pirtûka Pamuk 26'ê vê mehê ji Îletîşîmê wê derkeve piyaseyê. Li gor hate ragihandin çapa yekem wekî 25 hezar heb kirine lê ji ber daxwazê ji bo çapa duyem 10 hezarên din jî çap kirine.
Di vê pirtûkê de digel nivîsên wî yên edebî yên di kovarên biyanî û yêrlî de cih girtine, nivîsên wî yên taybet, yên li ser jiyana wî jî hene (Wekî, diya min borekê çê dike, şev kelmêş, birîneke biçûk, li asansorê). Her wiha ji fûtbolê heta siyasetê (seda-Bush-Erdogan) jî mijar têde hene.
Digel vê, pirtûkek Pamuk ku hê li Tirkiyeyê nehatiye weşandin jî li DYA'yê li benda wê ne ku ji niha de di nav "di rojên mayîn yên sala 2010'an de pirtûkên ku herî zêde li bendê ne" de tê nîşandayîn. Nivîskarê yek ji rojnameyên bi prestîj ê înternetê "The Huffinfton Postê" nivîskar Anis Shivani vê hilbijartinê dike.
Pirtûka ku li DYA'yê wê derê ji dersên wêjeyê yên ku Pamuk li Zanîngeha Harvardê, li Kursiya Charles Eliot Norton dane pêk tê.
Shivani bal kişandiye ser "Oteki Renkler" a Pamuk û wisa gotiye: "Ew, digel romanivîskarê herî serketî yê dinyayê di heman demê de rexnegirê herî zîrek e."
Ev pirtûka Pamuk di meha sermawezê de li DYA'yê bê weşandin û li Tirkiyeyê jî dê di bihara 2011'an de bê weşandin.
Ji nivîsa Kurşat Oguz (haberturk.com) hatiye girtin û kurtkirin


