Diyarname
Festîvala Fîlman a Berlînê "Berlinale" fîlmên ku bi ser ketine eşkere kirin. Derhênerê rum Radu Jude bi fîlmê xwe "Babardeale cu bucluc sau porno balamuc" (Bad Luck Banging or Loony Porn- Pevşabûna Bêsiûd an jî Şeydatiya Pornoyê) elata mezin a festîvala "Hirça Zêrîn" girt. Derhênerê kurd Ferît Karahan jî bi fîlmê xwe Xelata Taybet a Juriyê girt.
Berlînale îsal di navbera 1-5'ê mehê de bi awayeki online ji bo nûnerên sektora sînemayê hat lidar xistin. Festîval di navbera 9-20'ê pûşperê de dê ji bo temaşevanan li dar bikeve û xelata fîlmên serketî wê demê belav bike.
Derhênerê rum Radu Jude di sala 2015'an de bi fîlmê xwe "Aferîn" ji Berlînameyê xelata "Hirça Zîvîn" girtibû vê carê "Hirza Zêrîn" girt. Xelata "Hirça Zîvîn" ku didin Derhênerê/a Herî Serketî îsal ji sînemaya Macar dan derhêner Denes Nagy (Bi fîlmê Termeszetes feny)
Berlînaleyê îsal meseleya cinsiyetê ji holê rakiribû û ji dêvla "Xelata lîstikvanê herî serketî " û "Xelata Lîsikvana Herî Serketî" tenê di du waran de xelata "Lîstikvanê/a Sereke ya Herî Serketî" û "Xelata Duyemîn a Lîstikvanê/a Herî Serketî" tenê du xelat dan.
Derhênerê kurd Ferit Karahan bi fîlmê xwe "Okul Traşi" beşdarî festîvalê bûbû. Fîlm di beşa Panorama de hat nîşandayîn û bi XelataFIPRESCI hat xelatkirin.
Vane hemû xelatên hatine belavkirin:
- Hirça Zêrîn/Filmê Herî Serketî: Bad Luck Banging or Loony Porn (Derhêner Radu Jude)
- Hirça Zîvîn/Derhênerê Herî Serketî: Denes Nagy (Bi fîlmê Termeszetes feny)
- Hirça Zîvîn/Xelata Mezin a Juriyê: Ryusuke Hamaguchi (Bi fîlmê xwe "Guzen to sozo")
- Hirça Zîvîn/Lîstikvana Herî Serketî: Maren Eggert (Bi rola di fîlmê "Ich bin dein Mensch/Ez a te me" de)
- Hirça Zîvîn/Lîstikvana duyemîn a herî serketî: Lilla Kizlinger (Bi rola di fîlmê "Rengeteg – mindenhol latlak" de)
- Senaryoya Herî Serketî: Hong Sangsoo (Bi senaryoya fîlmê "Inteurodeoksyeon")
- Xelata Taybet a FIPRESCI Federasyoan Rexnegirên Sînemayê ya Navneteweyî): Okul Traşi (Derhêner Ferît Karahan)
- Xelata Kedek Cuda: Yibran Asuad (bi fîlmê "Una pelicula de policias)
- Hirça Zêrîn/Kurtefîlmê Herî Serketî: May Uncle Tudor (Derhêner Nanu Tudor)
- Hirça Zîvîn/XelataTaybet a Juriyê: Day Is Done / Von Zhang Dalei

Derhênerê macarî Denes Nagy bi fîlmê xwe "Termeszetes Feny-Natural Light-Ronahiya XWezayî" Xelata Derhênerê Herî Serketî Hirça Zîvîn girt. Çîroka fîlmê wî di dema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de derbas dibe. Fîlm berê xwe dide çîroka leşkere macar, bi ser wî re têkiliyên macar û naziyan.
Derhênerê japonî Ryusuke Hamaguchi bi fîlmê xwe "Guzen to sozo-Wheel of Fortune and Fantasy-Çerxefelek û fantezî" Xelata Hirça Zîvîn girt.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Fîlmê derhêner Ferît Karahan "Okul Tiraşi" li Berlinaleyê ye


