logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Îrfan Aktan: Gavek pişt vê gavê Almanyaya Hîtler e

Em hevpeyvîna ku bi Îrfan Aktan re me kiribû careke din pêşkêşî we dikin.

  • Dîrok: 31/05/2010
  • Beş: Hevpeyvîn


Îrfan Aktan yek ji rojnamegerên kurd e û ew jî wekî gelek rojnamegerên kurd niha tê darizandin.

Di 4'ê pûşperê de danişîna doza wî heye. Dozger dixwaze 5 salan cezaya hepsê bide Aktan.

Dema pirtûka Aktan bi navê "Zehir ve Panzehir" derketibû, di dîroka 03.09.2006'an de me pêre hevpeyvîneke kiribû.
Li ser doza li hemberî Aktan, ji bo piştgiriyê, em vê hevpeyvînê careke din derdixin pêş û pêşkêşî we dikin.

Fermo ew hevpeyvîn:


 

Îrfan Aktan: Gavek pişt vê gavê Almanyaya Hîtler e

Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Pirtûka Îrfan Aktan a bi navê “Zehîr ve Panzehîr” ji Weşanên Dîpnotê derket. Pirtûka ku ji hevpeyvînên li ser pirsgirêka kurd pêk tê, têde gelek kesî, bi çavên cihê cihê li pirsgirêka kurd nêriye. Me li ser pirtûkê û pirsgirêka kurd bi Îrfan Aktan re hevpeyvîneke kir. Gelek xalên balkêş derketin holê. Fermo em bi hev re bixwînin.



Te bi ew qas kesî re li ser pirsgirêka kurd hevpeyvîn kir, ji her kesî dengek derketiye. Piştî ew qas dengan, ji bo te pirsgirêka kurd tê çi wateye? Çi ye ev pirsgirêka kurd?

A rast ji ber ku dengên cihê ji her kesî derdikevin, ev yek jî dibe nîşaneya wê ku pirsgirêk piralî ye. Ji xwe di “Zehîr ve Panzehîr” de me bal kişand ser vê yekê. Ev pirsa te min jî arasteyî gelek “zanyar”an kir û bi giştî tasnîfkirinên cihê derket holê. Pirsgirêka kurd bi qasî ku pirsgirêkek etnîkî ye, pirsgirêkek aborî û di heman demê de psiko-civakî ye jî. Û bi pîşketinên li Iraqê êdî navneteweyî ye jî. Girîngtir tiştek jî pirsgirêka kurd êdî ne pirsgirêka 100 sal berê ye. Pirsgirêkek ku her diguhere, piralî ye. Kurd bixwazin jî nexwazin li gor pêşketinên dinyayê pirsgirêka xwe tarîf dikin. Kûrewîbûn û etnîsîtebûn kiriye ku pirsgirêka kurd û derdên kurdan guhartiye. Ger tu bala xwe bidê min raste rast bersiva “çi ye ev pirsgirêk” neda. Ji ber ku bersiveke min a bi vî rengî nîn e. Yê her kesî pirsgirêkeke wî/ê ya kurd û tarîfkirineke wî/ê heye. Her wiha ez vê jî bibêjim, pirsgirêka her kurdekî li bajarekî, li gundekî cihê ye. Ji bo hinan feqîrî, ji bo hinan qedexeyên li ber zimanê zikmakî, ji bo hinan jî şîdeta di nav de dijîn, yanê meseleya derûnî (psîkolojîk). Pirsgirêkeke kurd heye ku divê dewlet çareser bike. Ji bo min tarîfkirina vê pir hêsan e: Demokrasî û nan. Dibe ku ev wekî peyvên gelek hêsan bixuyin, lê dema mirov diçe Amedê nav kûçeyên Sûrîcî, mirov qîmeta nanê; dema mirov di navbera Elezîz û Dêrsimê de rêwîtî dike, di lêgerînên ser rê de, mirov baştir bi qîmeta demokrasiyê dihese. Yanê rexneyên “kurd nizanin çi dixwazin” ji gotinên beredayî wêdetir ne tiştekî ne. Her kes dizani çi dixwaze. Lê kes guh nade vî denî.


Pirsgirêka kurd pirsgirêka kî ye?

Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka “tirkîtî” ye. Çavkaniya pirsgirêkê ev e. Bi pişt avabûna komarê re daxwaza pêkanîna tek nasname, tek netewe tu demê li Anatoliya pirengîn nehat. Carinan wekî tirk kurd hatin tarîfkirin, carinan wekî çiyayiyên hov. Lê di dawiyê de kurd li hemberî van tarîfan derketin. Lê ji berk u ‘tirkîtî’ li ser etnîsiteyên din hatiye avakirin, îdeolojiya (birdoziya) fermî guh neda van reaksiyonan, wekî nedîtî tevgeriya yan jî kir ku têk bibe. Ne ji ber ku kurd xwedî pirsgirêk in ‘pirsgirêka kurd’ heye. Ji ber ku tekbûn, tek nasname, neteweperesti û ji ber ku netewe-dewletê bi pirsgirêk e pirsgirêka kurd heye. Bi ya min ne tenê ji ber pevçûnan e van rojên dawîn pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Aliyê wê yê girîng, kurewîbîn digel aboriyê, bi aliyên wê yên civakî û siyasî jî pirsgirêka kurd derdixe pêş çavan. Tam di vê demê de kurd mihtacê nasname û zimanê xwe yê zikmakî ne.

Çima?

Ji ber ku em di serdemekê de ne ku her kes zimanê xwe, çanda xwe, rewşa xwe ya civakî diparêze, li hember têkçûnê li ber xwe dide de ne. Kurd baş dizanin ku zimanê wan nîn be dê ew jî nîn bin. Dema ez çûm serdana Memed Uzun min ev bi awayeke berbiçav dît. Di destê parêzgerê nexweşxaneyê de jî pirtûka bi kurdî ya Memed Uzun hebû. Yên ku xwendin û nivîsandina wan nîn bû jî ji bo ku moralê bidin wî li ber nexweşxaneyê bûn.

Dema pirsgirêka kurd tê gotin li her derê neteweperestî, nijadperestî derdikeve pêş. Di nav rewşeke wisa de axaftin û çareserkirina pirsgirêkê mimkûn e?

Berê dema pirsgirêka kurdî dihat gotin, vegotina nijadperest dernediket pêş. Çendek berê li navçeyeke Akdenîzê (Behrasipî) em çûn betlaneyê. Serê sibê dema em bi bisiqlitê dadikevin qeraxa behr, em rastî jendirmeyan hatin, li dû kesên ku cuzdana yekî dizîne digeriyan. Xwediyê cihên ku em lê diman got ku şêniyên navçeyê ji kurdên karker ketine şikê û got ew  dibêje;, “bibe nebe, kurdan dizî ye.” Ger em pirsgirêka kurd çareser bikin pêşî divê em vê fazîşma rojane ji holê rakin. Ji bo vê pêşî divê çek bêne rawestandin. Ger çek neyên rawestandin saleke din dibe ku kurd li wê navçeyê kar nebînin. Yan jî li Amedê tirkek dê nikaribe zanîngehê bixwîne. Ji ber ku hûn dikarin kîn û neftera gelan a li hember hev di cih de saz bikin, lê ji holê rakirina vê yekê her gav dibe ku ne mimkûn be. Em ji rojnameyan hîn dibin, li hin navçeyên Tirkiyeyê zor didin ku alê daliqînin. Ma fazîşmeke wisa dibe? Em bibêjin heye; li hember tişteke wisa çawa temamê welatî bedeng dimîne? Ji vê wedêtir faşîzm heye? Al sembola yekîtiya welat e, temam. Lê bi çi mafî tu bi zor didî daliqandin û ji bo sembola îdeolojiyeke (birdoziyeke) din bikar tînî!

Baş e, di nav kurdan de jî nijadperestî heye? Di çareserkirina pirsgirêka kurd de kurd çiqas çalak in, çiqas xwedî pêşniyaran in? Tu çawa dibînî?

Bi ya min mirov bêje “Bi kurdan re nijadperestî nîn e, bi tirkan re heye” jî nêzîktêdayîneke faşîzan e. Lê dema mirov diçe herêmê tabelayên “tek ziman, tek milet” li bexçeyên saziyên fermî de hene. Kurd bi vegotinên wisa tevnagerin. Lê gere em vê ji bîr nekin, nijadperesî û neteweperestî birdozî ne ku dijberê xwe dirdixin holê. Jixwe mesele ne kurd û tirk in. Mesele birdoziya tirkîtiyê ye. Yanê bîrdoziya serdest, zêdetir serdest dibe. Ger bi salan e kurdan bi zimanê xwe xeber bida, îşkenceyên dijmirovî yên li Girtîgeha Amedê nebana, birçînî tebana, rojnameya Hurriyetê negota, “Tirkiye yê tirkan e”, Altay Tokat “bombe neavêta cihek du cih”, çek qet nehatana bikaranîn, îro dê ev nîn bana. Ger bi aqilê xwe yê îro ez di salên 1930’yan de bijiyama, bi rehetî meyê diyar bikira ku ev bîrdozî dê me bîne heta roja îro. Niha tiştên ku em dijîn qet ne surprîz in. Kurd, di çareserkirina pirsgirêka kurd de di rewşekê de ne ku nikarin tiştekê bikin. Ji ber ku pevçûnên dawî, çareserkirina sivîl belawela kir. Ger di 1’ê Rezberê de çek bêne rawestandin, heta 1’ê Rezbereke din ji bo çareserkirina pirsgirêkê dibe ku gavên girîng bêne avêtin. Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkê, di aliyê dewlet û bîrdoziya fermî de dikarin tiştên baş bikin. Tirk dikarin ji bo vê yekê gavan bavêjin. Lê ger tu ne di rewşa kirde de bî jixwe tu girîngiya te namîne. Her wiha divê mirov terîfkirina pirsgirêka kurd tenê ji kurdan re nehêle. Divê em destûrê bidin ku tirk jî vê yekê terîf bikin. Gelek mirov vê wekî “pirsgirêka terorê” dibînin. Lê em dizanin ku çek bêne rawestandin jî dê pirsgirêka kurd çareser nebe û dîsa pêdivî bi tarîfkirinê heye.

Bi kurtahî ger tu bibêjî; pirsgirêka kurd dê çawa çareser bibe, bi ya te rêya çareseriyê çi ye?

Wekî min got pêşî divê çek bêne rawestandin, mirovên ku bar kirine bajarên mezin vegerin, ji alî aborî ve herêm bê pêşxistin, dawî li îşkence û lêgerîna ser rêyan bê anîn, mayîn bêne paqijkirin û zarok di vî warî de bêne agahdarkirin, ji bo mexdûran bernameyên nû bêne amadekirin û ji hemû tiştî wêdetir divê li her derê dawî li vegotina li hemberî kurdan bînin. Dema bûyerên lînckirinê derkevin, Erdogan gere rabe berpirsiyaran hişyar bike; berpirsiyar bêne cezakirin. Wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dê destpêkek pêk bê. Ji bo bi temamî çareserkirina pirsgirêkê jî, wisa dixuye ku salên dirêj, gelek dirêj divên.

Ger em bi çend xalan vebêjin, çima Tirkiye vê pirsgirêkê çareser nake? Kî li herber vê pirsgirêkê asteng e/in?

Pêşî jî min got, organîzasyona ku bi navê netewe-dewlet hatiye bi navkirin, li ser nebûna etnîsîteyên cihê hatiye avakirin. Nasnikirina etnîsîteyên cihê, tê wateya hejandina vê bîrdoziyê. Ev yek jî rêveberan ditirsîne. Rêveber jî vê tirsê pêşkêşî gel dikin, bi vî awayî jî hêzên faşîzan xurt dibin. Bi ya min heta netewe-dewlet hebe, pirsgirêka kurd bi temamî çareser nabe.

Ez dixwazim pirsgeke duxalî bikim: A- Bi ya te siyaseta kurd pêşiya çareseriyê vedike? B- Siyaseta tirk dizane ku heta ev pirsgirêk çareser mebe, dê pirsgirêk bi dawî nebin? Di kîjan astê de ne…

A rast ev pirs bersivê di nava xwe de dihewîne. Ger her du xal pêk bihata, ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê biba destpêkek.

Çima pêk nayê?

Ji ber ku pirsgirêka kurd dişibe reşûpêşê (korkuluk). Her kes dizane reşûpêş nikare êrîş bike, lê jêtirsîna wê didome. Li Tirkiyeyê siyaseta serdest vê tirsê berdewam didomîne. Ji ber ku dewlet ne tenê çareserkerê pirsgirêka di heman demê de avakarê pirsgirêkan in jî. Divê pirsgirêk hebe ku ji hemwelatiyan re bibêje ‘Pirsgirêk heye û ez çareser dikim.’ Di welateke ku pirsgirêk nîn be de çi pêdivî bi dewlet, desthilatdarî û hikûmetê heye? Mirov jixwe dê dilşad bijîn…

Yanê kes naxwaze pirsgirêkê çareser bike?

Her kes dixwaze çareser bike, lê ev daxwaz nikare bikeve pêşiya tirsê. PKK dibêje ‘Ez dixwazim dev ji çekê berdim lê ger dewlet gav neavêje”, lê bi ya min dewlet tiştek neke jî tu mecbûr î gav bavêjî. Ji berk u civak êdî bi rastî jî nikare barê pevçûnan hilgire.

PKK piştî efûyeke giştî dixwaze bikeve qada siyasetê. Gelek caran ev yek anî ziman. Li Tirkiyeyê ev mimkûn e?


Bi ya min derxistina efûyeke giştî dê ji bo bi hezaran ciwanan bibe hêviyeke. Çend roj berê di balafirekê de ez rastî ciwanek ku diçû herêmê ji bo leşkeriyê hatim. Me sohbet kir. Ji dil got, “Ez ew qas ditirsim, ew qas xwe bêçare hîs dikim…” Mafê kesî nîn e vê tirsê bi ciwanên vî welatê dibe jiyîn. Divê efû bê derxistin û dev ji vê înyada gêj bê berdan. Divê ciwanên bîst salî yên ku diçin leşkeriyê tirsê nejîn. Bi vî awayî ciwanên li çiyê jî divê xwedî jiyaneke bi hêviyên din bin.

Pirsa dawî: Hin nivîsên ku te ji çavkaniyên cihê girtine û xistine pirtûk hene. Di van nivîsan de li hember kurd, zimanê kurdî bêtehamuliyeke mezin heye. Ger tu van jî tevlî nirxandina xwe bikî, civak ber bi ku de diçe?

Civak bi aliyekî ve naçe. Civakê dest pê kiriye ketine nava hev. Etnîsîteyên cihê hatine vê radeyê ku ji hev nefretê dikin. Di gelek malperan (web site) de peyamên wekî “Gere em kurdan qir bikin” hene. Me hin ji van peyaman girtin pirtûka “Zehîr ve Panzehîr”. Kîna li hemberî kurdan bi xwe re muhafezekarî, meşrûtiyeta nêzîkbûna şîdetê, mafyayîbûnê, meşrûtiyeta kuştina mirovan tîne. Li vî welatî bi awayekî azad hûn nikarin rojnameya Ozgur Gunedê bixwînin. Lê rojnameyên ku bedenên jinan pêşkêş dikin bi rehetî hûn dikarin ji bayiyan bigirin û bixwînin. Dema hûn li kuçeyê bimeşin, kesek ku ji we hez nake biqîre bêje “Ev PKK’yî ye”, kes bêyî ku tiştek ji we bipirse dê serê we bişkîne. Êê, gavak pişt vê gavê Almanyaya Hîtler e. 

http://diyarname.com/yedek/modules.php?name=News&file=article&sid=1020

***

Nûçeya eleqedar:

- Dadgeh dixwaze rojnameger Aktan ceza bike

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelatên SIYAD'ê hatin aşkerakirin

ad

ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin

ad

Zagona Rêvebirina Herêmên Bakurê Sûriyeyê hat ragihandin

ad

Li Licê mohr li deriyê dibistana bi kurdî dan

ad

YPG û pêşmergeyan qala ‘Artêşa Neteweyî’ kir

ad

Belgefîlmê delalan tê kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname