logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Konê Reş: Dengê Mihemed Şêxo bû dermanê birînan

Ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jê hez kir û stranên wî bûn dermanê birîna birînda

  • Dîrok: 09/03/2010
  • Beş: Serbest

Diyarname 

Nivîskar Konê Reş li ser Mihemed Şêxo dibêje: Ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jê hez kir û stranên wî bûn dermanê birîna birîndaran. Vane gotinên Konê Reş ên li ser Mihemed Şêxo:

Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?

Konê Reş: Rola wî guhertin û pêşxistin bû, wî jî wek yên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt(41 sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin û hezkirin û şêraniya zimanê kurdî, bi rêka awazên xwe yên nû belav bike, di wî heyamê ku stran û peyva kurdî ji niha qedexetir bû..

Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?

Konê Reş: Di baweriya min de giringiya stranên wî, ku wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de ji sala1970-1989, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike, ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê wan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974 an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983 an de, Enfal û Helebçe di sala1988 an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Wî bi mêranî, bi cegerdarî stranên xwe gotin.. ji ber ku ew xwedî nameke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî.. wî bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan, bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re wiha jî ji evîndaran re.


Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?

Konê Reş: Belê didin çawa na! Dema ku hêj ew kêşeya Mihemed Şêxo bo wê dikir hawar û gazî çareser nebûye.. Hej Beko keleme di bavbera Mem û Zîn de.. Hêj miradê Siyaben û Xecê bi hev nebûye.. Hêj Cegerxwîn xwe nas nekiriye bê kî ye.. Hêj Ehmedê Xanî li yekîtiya Kurdan digere.. Hêj Feqîyê Teyran dûrî ava Dicle dikale.. Hêj Mîr Bedirxan di surgûnê de bi nalenale.. Hêj pêdiviya me bi Ay felek bo te dinalim bo çi Nergiz çilmisî heye..

Mihemed Şêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Li parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?

Konê Reş: Bêguman Mihemed Şêxo xwedî name bû û wek ku diyar e her perçeyekî kurdan taybetmendiyek wê heye.. Binxetê û Qamişlo jî bo wî taybet bû, taybetiya wan ku Cegerxwîn û pêşengê strana kurdî a nûjen Aramê Dîkran li Qamişlo bûn. Aram bi gotinên Cegerxwîn kirasê strana kurdî a kevin çirand û bi strana Şev çû ma tu êdî hew tê lo, destpêkir, Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz û Mihemed Şêxo dan ser şopa wî.. anku ez karim bêjim ku Mihemed Şêxo ji kaniya Cegerxwîn û Aram av vexwar.. Di wî heyamî de, ew kanî li perçeyên din nebû. Wiha jî Mihemed Şêxo mêr bû, mêr bû ku xwe bi şoreşa Barzaniyê nemir ve gihand û di şoreşê de, helbestên hevalên xwe yên pêşmerge wek Sebrî Botanî, Mustefa Etrûşî û Xelefê Zîbarî kirin stran û gotin.. Berî çend rojan Xelefê Zîbarî bi min re axifî, me baş behsa Mihemd Şêxo kir.. Kak Cemîl! Xwezî te baweriyên Xelefê Zîbarî jî naskiribana, niha ew bêjere di Dengê Emerîka de, beşê Kurdî li Waşington, ew dostekî Mihemed Şêxo ye û baş wî nas dike.. wê kêfa wî bê..

Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

Konê Reş: Ta ku em li navdarên xwe ne pirsin em pêş nakevin, Mihemed Şêxo navdarekî me ye, pêdiviye em li vî navdarê xwe xwedî derkevin, her sal wî bibîr bînin. Maşellah TVyên me pir bûne, ku her sal her TV yek nîv saetê li dor jiyana wî raweste dinya xera nabe.. Ez ji dil spasiya wan TV yan dikim, ewên ku wî û kesên wek wî bibîr tînin.. Di vê biwarê de gazinek mezin ji şaredariya bajarê Nisêbînê dikim, ku ta roja îro hêj Mihemed Şêxo bibîr neanîne. Çima Nisêbînê? Ji ber ku Qamişlo û Nisêbîn du bajarên cêwî ne, xelkên herdu bajaran ji hemû bajarên kurdan bêtir ji kaniya hunermendiya Mihemed Şêxo vexwarine.. Wek ku hun tev dizanin rewşa Qamişlo awarte ye, çûna ser gora wî, di van salên dawî de bûye qedexe ye.. lê derfetên bîranîna wî li Nisêbînê pir hêsane û heqe.

Bi vê helketê, ez doza danîna peykerekî Mihemed Şêxo di navtarek Nisêbînê de dikim, bihêvîme ku şaredariya Nisêbînê vê daxwaza min bi cî bîne, hem jî ku navê wî li ser dibistanekê bê danîn.. Her wiha bi hêvîme ji şaredarên bajarên Bakur û hikumeta herêma Kurdistanê ku navê Mihemed Şêxo û kesên wek wî, di ser dibistan, peymangeh, navtar û kolanan re bilind bibe û her wiha hol bi navê wan di zankoyan de bêne bi nav kirin.

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

20 serê peyînî de 20 Oscarê serkewtey

ad

Li Hatayê 2 erdejên nû (TÊ NÛKIRIN)

ad

Rêveberiya Xweser bangî NY'ê kir: Vê hilbijartinê nas nekin

ad

Li paytexteke ewropî çima ne bi zimanî wî welatî, lê bi tirkî?

ad

Ji bo yên bixwazin dîsa temaşe bikin: 'Fîlmên Kevn Nabin'

ad

Diljen Ronî konserê dide

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname