Kurdî Der ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê li gelek cihên Amedê afîşên alfabeya kurdî daliqand. Kurdî Derê banga xwedîderketina li ziman kir. Li Amedê gelek bîlboardên bajêr ji aliyê Kurdî Der, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê ve afîşên alfabeya kurdî hatin daliqandin.
Kurdî Derê der barê afîşan de li cihê ku Aydin Erdem hatiye qetilkirin li ber bîlbaordan daxuyanî da. Şaredarên navçeyên Amedê, nûnerên Kurdî Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd piştgirî dan daxuyaniyê.
Serokê Giştî yê Kurdî Derê Remzî Azîzoglu daxuyanî xwend û got: “Wekî tê zanîn ku piraniya Amedê kurd in. Lê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyan li Amedê her diçe axaftina bi kurdî kêm dibe.”
Azîzoglu da zanîn ku ji ber qedexekirin û zextan pêşxistina kurdî tê astengkirin û wisa berdewam kir: “Ji ber ku perwerdehiya bi kurdî qedexe ye xwendin û nivîsandina kurdî ji aliyê komeke biçûk ve tê zanîn. Me li hemberî van polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ji bo ku zimanê kurdî yê nivîskî bidin nasandin ev proje da destpêkirin. Em di wê hêviyê de ne ku li Amedê eleqeya ji bo ziman zêde bibe.”Azîzoglu diyar kir ku şaredariyên Baglar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê jî piştgiriyê didin vê projeyê û wiha got: “Afîş bi zaravayên kurdî; bi dimilkî û kurmancî hatine amadekirin. Ev proje dê salekê bidome û ji 18 unîteyan pêk tê. Ev proje dê bi bikaranîna 21 bîlboard, 8 rawestgeh, 2 raket û 54 otobusan bidome.”
Dema afîş li bîlbaordên cihê ku Aydin Erdem lê hate qetilkirin hatin daliqandin zarokên dibistanê û kesên li derdorê eleqe nîşanî afîşan da.


