Ciwan Tengezar
Werger, parvekirin û belavkirina fikr û raman
nêzîkirina çand û civakan
pêkanîna kesayetiya cîhanî ye
werger him do ye him jî îro
Wergêrî, nêçîrvanî û lîstika ziman
lêgerîn û zindîkirina peyvan
têkiliya xwendekar û mamoste
di bêdengiyê de gola ferhengan
Wergêr rengoreng
hunermend
awaz û sazkar
pira û piştêş e
Wergêrên kurd dar in
oksîjena bihar in
bihara ziman
zimanê dayikê
Ziman şîr be
Parzûn çi ye?
Penîr çêbe
Bi nirxe?
EZ bibim TU
TU bibî EZ
GER WERe bi bîr
WER bibe GER
***
Nivîsên Ciwan Tengezar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 1itî û evîn
- Helbestek ji Mahmud Dervîş
- 38
- Çend gotin li ser festîvalên kurdan


