Diyarname
Piştî ku hikumetê eşkere kir ku dê Girtîgeha Amedê xira bikin û di cihê wê de dibistan vekin, kurdan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku ew jî yek ji mexdûrên girtîgehê de daxuyaniyeke da û got: "Divê girtîgeh bibe muze. Ji bo lêborîna ji pêşerojê ev gaveke girîng e. Li wê derê wehşetek hat jiyîn, di encamê îşkenceyê de mirovên me hatin kuştin, ew der keleha zilmê bû ku nayê ji bîr kirin."
Turk got ku cihên Sedam Huseyîn berê lê îşkence kiribû niha bûne muze û wisa got: "Ji bo rewşa 12'yê Rezberê bê vegotin, divê Girtîgeha Amede, ew cihê îşkencexaneyê bibe muze. Kesên werin li wê derê bigerin dibe ku ew zilma ku wê demê li kurdan hate kirin bibînin û ji wir dersê derxin. Muze carinan tiştê herî baş e ku paşerojê nîşan dide û dike ku paşeroj neyê ji bîr kirin."
Ahmet Turk li dijî çêkirina dibistaneke a li wê derê derket û got ku ger girtîgeha niha bê valakirin divê miheqeq ew der bibe muze.
Piştî civîna MGK'ê (Lijneya Bilind a Ewlehiyê) hate gotin ku girtîgeha Amedê ku hê jî girtî lêne dê bê valakirin, ew der bê xirakinin û di cihê wê de dê dibistaneke sereke, lîseyeke Anatoliyê, pêşdibistanek û du tesîsên sporê bêne çêkirin. Ev daxuyanî ji aliyê Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ve hate kirin.
Hate gotin ku projeya ku bê çêkirin dê 24 trîlyon bibe mal.